Polîs gel tehdît dikin: Ji niha û şûn de wê zext zêdetir bibin
Li Edeneyê polîsan di bin navê “Operasyonên aramniyê” de li 2 taxan bi ser gelek mal û kargehan de girtin û gel gef kirin.
Li Edeneyê polîsan di bin navê “Operasyonên aramniyê” de li 2 taxan bi ser gelek mal û kargehan de girtin û gel gef kirin.
Li taxên Daglioglû û Gulbahçe yên girêdayî navçeya Seyhan a Edeneyê bi dehan wesayîtên zirxî û polîs bi bin navê “Operasyona aramniyê” de tax dorpêç kirin. polîs bi çekên lûle dirêj ketin taxan û ji hewayê ve jî helîkopteran alîkarî dan. Polîsên ku kolan bi kolan di geriyan welatiyên li ser rê û li ber cihên kar rawestandin û di konrola GBT’yê re derbas kirin, bi ser hinek malan de jî girtin. Di serdegirtin de polîsan welatî bi gotinên “Ji niha û şûn de wê dewlet xiraptir zext û zilmê li ser we bike, her tişt hate guhertin. Êdî kepengên kar neyên girtin. Ji bo kê hûn qepatdikin û kî çi bike jî em dizanin” gel gef kirin.
Di serdegirtinên malan de jî gelek kes hatin binçavkirin, polîs piştî ku bi saetan li nav taxê man û şûn de derketin. Navê hinek kesên ku hatin binçavkirin wiha ne: Cebraîl Başêçi û Saadettîn Dûran.