Parêzeran binçavkirina Pîşkîn şermezar kirin

Parêzerên endamên OHD’ê û ÇHD’ê girtina komeleyên wan û binçavkirina parêzer Levent Pişkîn şermezar kirin.

Endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) yên Şaxê Îzmîrê girtina komeleyên xwe yên bi Biryarnameeyên AKP'ê û binçavkirina parêzer Levent Pişkîn bi çalakiyeke rûniştinê şermezar kirin. Di çalakiyê de, ku li ber Vestiyera Baroya Izmîrê ya li ber Edliyeyê çêbû, gelek parêzer amade bûn. Parêzeran pankarta bi navê, ‘’Bila Levent Pişkîn serbest were berdan, OHD’ê nikare were bêdenkirin" vekirin.

Çalakiya rûniştinê nêzî nîv saetê dom kir, polîsan dengê xwe li parêzeran kir ku pankartê rakin, piştî ku çalakgeran pankart ranekirin polîsan êrîş birin ser wan û pankar ji dest wan standin. Parêzeran jî ev rewş bi çepikan şermezar kirin û piştî rageşiya demkurt çalakiya xwe bi dawî kirin.