Polîsan êrîşî Mala Piştgiriyê kirin

Polisan êrîş bire ser gelên ku serdegirtina Mala Piştgiriyê ya ku li Okmeydanê protesto dikir.

Duh di saetên êvarî de polîsan bi ser Mala Pişgiriyê ya li Okmeydanê de girtin, alavên di hundirê avahiyê de texrîb kirin.

Xebatkarên Mala Piştgiriyê û şêniyên li Taxa Okmeydanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê serdegirtina Mala Piştgiriyê protesto kirin.

Girseyê pankarta “Zext Nikarin Me Bêzar Bikin” vekirin û dirûşm berz kirin. Polîsên Tirk, bi ava şid û bombeyên gazê ve êrîşî gel kirin. Li ser vê êrîşê, girseyê xwe avêt avahiya Mala Piştgiriyê û bênavber sirûd gotin û dirûşm qêr kirin. Piştî ku polîs ji taxê vekişiyan û şûn de çalakger ji avahiyê derketin û dawî li çalakiya xwe anîn.

 

...