NAV-DEM: Li dijî faşîzmê em sibê li Brukselê bin
NAV-DEM'ê, li dijî faşîzma AKP'ê ji bo xwedîderketina li HDP'ê û gelê Kurd bang li her kesî kir ku sibe li Brukselê tevlî meş û mîtînga girseyî bibin.
NAV-DEM'ê, li dijî faşîzma AKP'ê ji bo xwedîderketina li HDP'ê û gelê Kurd bang li her kesî kir ku sibe li Brukselê tevlî meş û mîtînga girseyî bibin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), têkildarî meşa sibe ya li paytexta Belçîka Brukselê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, AKP tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dişidîne, bi rengekî dagirkerî êrîşî Rojava dike, siyasetmedarên Kurd digire, bi rêya qeyûman şaredariyan desteser dike û di serî de Şirnex bajarên Kurdan xera dike.
NAV-DEM'ê destnîşan kir, divê Erdogan êdî bibîne ku nikare gel teslîm bigire û got, "Divêm xwedî li hevşaredar û meclîsên şaredariyan xwedî derkevin ku ev ji aliyê gel ve hatine hilbijartin. Em ê li pêşberî vê zîhniyeta ku gel, vîna gel, dengê gel tine dihesibîne, serî netewînin. Em ê vê bêhiqûqiyê qebûl nekin."
'EM BI XURTÎ TEVLÎ MEŞÊ BIBIN'
Di daxuyaniya NAV-DEM'ê de ev bang hat kirin:
"Em bi xurtî tevlî meş û mîtînga sibe ya li paytexta Belçîka Brukselê bibin ku wê bi dirûşma 'HDP vîna bi mîlyonan mirovî ye, ti hêz nikare darizîne' bê lidarxistin. Divê kes neçe kar û dibistanê. Gel û dostên Kurdan divê ji niha û pê ve jî xwedî li vîna xwe derkevin, li dijî êrîşên qirkirinê û faşîzmê berxwedana xwe xurt bikin û di asta herî bilind de nerazîbûna xwe nîşan bidin.
Ji bo meş û mîtînga navendî ya li Brukselê, ku ji aliyê KCDK-E, TJK-E, HDK-A û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve tê organîzekiri, em bang lig elê xwe, hemû endam û rêveberên xwe, hêzên demokrat, çep, sosyalîst, pêşverû, şoreşger, Elewî, Êzidî, Misilman û hemû dostên xwe dikin ku bi ruhekî seferberiyê tevlî bibin."
BANGA LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ
Di dawiya daxuyaniya NAV-DEM'ê de her wiha bang li Konseya Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên navneteweyî yên pêwendîdar hat kirin, ku li dijî faşîzma Erdogan derhal bikevin nava tevgerê û danekirinan li ser Tirkiyeyê ferz bikin."