Li Yemenê şerê dijwar: Zêdetirî 50 kesî jiyana xwe ji dest dan
Di şerê Rojavayê Yemenê de ku ev 2 roj in navbera hêzên alîgirên Husî û Mansur Hadî diqewime, zêdetirî 50 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di şerê Rojavayê Yemenê de ku ev 2 roj in navbera hêzên alîgirên Husî û Mansur Hadî diqewime, zêdetirî 50 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di operasyonê de ku li dijî bajarên Mîdî û Harad ên di destê Husiyan de hat lidarxistin, hat diyarkirin ku herî kêm 15 alîgirên Hadî hatine kuştin. Albay Abdulganî El Şubaylî yê aligirê Hadî ye, ragihand ku di êrîşê de 23 mîlîsên Husî hatine kuştin.
Hat ragihandin ku li bajarê Taizê yê ku dikeve başûrrojavayê welat, 9 mîlîsên Husî û 4 leşkerên artêşê jî jiyana xwe dest dane. Hat îdîakirin ku hêzên alîgirên Hadî nêzî Qesra hikumetê û biryargeha polîsan a ku di destê Husiyan de ye, bûne.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) ji destpêka sala 2015’an û vir ve di şerê navxweyî yê Yemenê de herî kêm 7 hezar kesan jiyana xwe dest dane, 37 hezar kesî jî birîndar bûne. Bi hezaran jî cîh û warên xwe terikandine. Nîvê hemwelatiyên vê herêmê ku bi giştî 26 milyon kes lê dijîn, pêdiviya xwe bi alîkariyan hene.
Di destpêka sala bihurî de Husiyan paytext Sanaa kontrol kiribûn û her wiha Serokê Dewletê Mansur Hadî reviyabû. Husiyan yek ji bajarên herî girîng, Adenê jî xistibûn destên xwe, lê piştî Tebaxa 2015’an jê derketin.