DEM-KURD’ê ji bo meşa li Brukselê banga tevlîbûnê kir

DEM-KURD’ê ji bo meşa ku wê sibehê li Brukselê bê lidarxistin banga tevlîbûna xurt kir.

Meclîsên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (DEM-KURD) têkîldarî meş û mîtînga ku wê sibehê li dijî faşîzma AKP’ê li paytexta Belçîka Brukselê bê lidarxistin daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev hatin gotin;

“Li dijî polîtîkayên qirkirinê yên ku çeteyên AKP û Qesrê li dijî siyasetmedar û hilbijartiyên Kurdan dimeşînin, ji bo xwedîderketina îrade û rûmeta xwe em çalakiyên xwe yên bêdem û bênavber bidomînin.

Roj ne roja bendewariyê ye. Roj roja têkoşîn û berxwedana bi rûmet e. Di şexsê siyasetmedar û hilbijartiyên Kurd de tê xwestin ku azadî, wekhevî, xwişktî û biratiya gelan û paradîgmaya nû ya jiyanê bê dîlgirtin. Ji bo sazkirina jiyana wekhev û hevpar, li dijî faşîzma AKP’ê, dîktatortiya Tayîp Erdogan û sazûmaniya dewleta Tirk a yekperest em mil bi mil li ber xwe bidin, faşîzmê bavêjin ser sergoyê dîrokê û serkeftina gelên xwe bi dest bînin.

Em wek DEM-KURD’ê, ji bo çalakiya ku wê sibehê li Brukselê bê lidarxistin, bang li tevahî welatparêz, şoreşger û demokratan dikin.

Em êvara Çarşemê bi ruhê seferberiyê bikevin rêya Brukselê û ji faşîzma AKP’ê re bêjin ‘Raweste’. Otobusên me wê ji St. Gallen, Winterthur, Zurîh û Baselê bi rê kevin. Dîsa ji herêma Bernê û Lûzernê jî wesayît derdikevin rê.

DEM Û CIHÊN BIRÊKETINA OTOBUSAN

DEM-KURD’Ê têkîldarî dem û cihên birêketina otobusan jî ev agahî parve kir:

ST. GALLEN

CIH: KURDİSCHER KULTURVEREİN
GROBLİSTRASSE 18
 9014 ST. GALLEN
SAET: 22.00
 
WINTERTHUR
CIH: İNDUSTRİESTRASSE 1
8400 WINTERTHUR
SAET: 23.00
 
ZURİH
CIH: BERNERSTRASSE NORD 208 – NAVENDA CIVAKA KURD (KOMALE)
SAET: 23.00
 
LUZERN
CIH: NAVENDA CIVAKA KURD (KOMALE)
SAET: 22.00
 
BERN
CIH: NAVENDA CIVAKA KURD (KOMALE)
SAET: 23.00
 
BIEL
CIH: NAVENDA CIVAKA KURD (KOMALE)
SAET: 23.00
FRİBURG
CIH: KÜRT TOPLUM MERKEZİ