Zavar ji ber zora 'lêgerîna tazî' nikare emeliyat bibe

Girtiyê nexweş Erol Zavar, ji ber ku di dema veguhestina nexweşxaneyê de 'lêgerîna bi rengekî tazî' lê tê ferzkirin, nikare anjiyo bibe, ku diviyabû beriya niha bi çend hefteyan bibûya.

Midûrê Karê Nivîsand ê berê yê Kovara Odakê Erol Zavar, ku bi kansera mîzdankê û nexweşê dil e, ji ber ku rêveberiya girtîgehê lêgerîna bi rengekî tazî li ser wî ferz dike, nikare anjiyo bibe. Ji ber ku platîn di lingê Zavar de heye, cîhaza X-ray sînyalê dide. Îdareya girtîgehê jî li ser wî ferz dike ku bi rengekî tazî li ser wî bigere. Zavar li ber vê radibe. Rêveberiya girtîgehê hem wî nabe nexweşxaneyê hem jî bi destê gardiyanan li wî dide.

Dadgeha Ewlekariya Dewletê di sala 2001'ê de cenazeyê girtina li girtîgehê heta bi hetayê li Zavar birî bû. Piştî meh û nîvekê ji Girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê hat kirin.

Rewşa tenduristiyê ya Zavar ku ji Enqereyê, ji bajarê malbata wî lê dijî hat sirgûnkirin, nebaş e. Zavar ku bi kansera mîzdankê ket, heta niha herî kêm 12 caran emeliyat bû û herî kêm heta ni ha 40 ûr jê derket.

Her wiha nexweşiya dil jî bi Zavar re heye û divê anjiyo bibe.

Li gorî agahiyên ji parêzeran hatin wergirtin, di dema veguhestina nexweşxaneyê de zora 'lêgerîna bi tazî' li ser Erol Zavar tê ferzkirin.

Ji ber ku di lingê Zavar de platîn heye, gava di cîhaza X-ray de derbas dibe, sînyalê dide. Tevî ku li ser hebûna platîn di lingê wî de rapor jî heye, îdareya girtîgehê dixwaze Zavar tazî bike û bi vî rengî li ser wî bigere.

Erol Zavar da xuyakirin, ku ev yek binpêkirina mafên mirovan e, lê di ser re gardiyanan lê dan.

Parêzeran gotin, divê Zavar di demeke kurt de ji bo anjiyo sewqî nexweşxaneyê bê kirin û zora lêgerîn tazî bes lê bê kirin.