Aqûbeta Yaman û Gul hat pirsîn
Dayikên Şemiyê aqûbeta Husamettîn Yaman û Soner Gul ên ku 33 sal berê di bin çavan de hatin windakirin, pirsîn.
Dayikên Şemiyê aqûbeta Husamettîn Yaman û Soner Gul ên ku 33 sal berê di bin çavan de hatin windakirin, pirsîn.
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin birpirsin her hefte li Qada Galatasarayê çalakî li dar dixin. Dayikên Şemiyê di hefteya 1049'an a çalakiya xwe de li hev civiyan.
Dayikên Şemiyê di çalakiyê de qurnefîl û wêneyên kesên hatine windakirin hilgirtin û aqbûbeta xwendekarên zanîngehê Husamettîn Yaman û Soner Gul ên ku 33 sal berê li Stenbolê di bin çavan de hatin windakirin, pirsîn.
Malbata wan 33 sal in aqûbeta zarokên xwe dipirsin.