Çalakiyên protestoyî yên li dijî êrîşên AKP/Qesrê dewam dikin
Komkujî û êrîşên qirkirina siyasî yên faşîzma AKP/Qesrê li gelek welatên Ewropayê hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de li ser van êrîşên li dijî gelê Kurd, raya giştî û partiyên siyasî hatin agahdarkirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
çarşem, 16 sermawezê 2016, 07:12
Komkujî û êrîşên qirkirina siyasî yên faşîzma AKP/Qesrê li gelek welatên Ewropayê hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de li ser van êrîşên li dijî gelê Kurd, raya giştî û partiyên siyasî hatin agahdarkirin.
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji bo azadiya girtiyên siyasî û ji nû ve vekirina saziyên hatine girtin, li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê mîtîngek hate lidarxistin.
Çalakî ji aliyê saziya jinên Kurd AVESTA ve hate lidarxistin û tevlîbûneke xurt çêbû. Di şexsê êrîşên li dijî HDP'ê de, êrîşên li dijî gelê Kurd û girtina saziyên Kurd hatin şermezarkirin.
Qiskeran dan xuyakirin, ku destwerdana li HDP'ê tê wateya destwerdana li vîna gelê Kurd û gelê din. Destnîşan kirin, ku bi girtina televîzyon û saziyên Kurdan re hewl didin Kurdan asîmîle bikin. Qisekeran diyar kirin, ew ê li dijî êrîşên tinekirina gelekî, li ber xwe bidin.
Di çalakiyê de, li dijî dîktatoriya AKP/Qesrê ji bo têkoşîneke hevpar bang hat kirin. Çalakgeran dirûşmên "HDP ne bi tenê ye", "Dîktator Erdogan" qîriyan. Di çalakiyê de ciwanan li ser operasyon û rewşa dawî bi sedan belavok belav kirin.
LI BALAFIRGEH MALPENSA YA ÎTALYAYÊ ÇALAKIYA KURDISTANIYAN
Kurdistaniyan li balafirgeha Malpensayê ku mezintirîn balafirgeha li bakurê Îtalyayê ye, çalakiyek lidar xistin.
Bi dehan Kurdistaniyên ji bajarên Mîlano û Torîno hatin, li hundirê balafirgehê faşîzma Erdogan şermezar kirin.
Çalakgeran dirûşmên "Vîva HDP", "Kujer Erdogan", "Faşîst Erdogan" qîriyan û belavok li rêwiyan belav kirin.
WALSRODE
Li bajarê Walsrode yê eyaleta Nîedersachsen a Elmanyayê, bi sedan Kurdistanî meşiyan.
Meşa li vê derê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Ronahî ve hate organîzekirin. Meşê saet di 16:00 de li pêşiya şaredariyê dest pê kir.
Beriya meşê dosyayek li ser siyasetmedarên Kurd ên li Tirkiyeyê hatine giritn radestî Meclîsa Şaredariya Walsrodeyê hate kirin.
Tevî baranê jî bi sedan kes meşiyan û têkildarî HDP'yiyên hatine girtin pankart hatin vekirin. Çalakgeran posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ, HDP û PYD'ê hildan.
Di meşê de dirûşmên "Dîktator Erdogan", "Kujer Erdogan", "Bijî Serok Apo", "Bijî HDP" hatin qîrîn.
Her wiha bi sedan belavok li raya giştî ya Elman hatin belavkirin. Piştî meşê, ku bala çapemeniya herêmî ya Elman jî li ser bû, li pêşiya Şaredariya Walsrodeyê mîtîngek hate lidarxistin.
Li ser navê NAV-DEM, Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Walsrode û Civaka Êzidiyan axaftin li mîtîngê hatin kirin.
Di çalakiyê de ji bo meş û mîtînga sibe ya li Brukselê banga tevlîbûnê hate kirin.
FREÎBÛRG
Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, heyetek ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Komîteya Piştgiriya Kurdistanê bi Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Gernot Erler re hevdîtin kir.
Heyetê li ser girtina Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenterên din ên HDP'ê, nêrînên xwe ji Erler re ragihand. Heyetê li ser rêveberiya dîkta ya AKP'ê, dosyayek radestî Erler kir.
Erler da xuyakirin, ku ew mijarê dişopîne û soz da ku ew ê tevlî nava parlamenterên Elman bibe, ku berî çend rojan dan xuyakirin, ku ew ê HDP'ê biparêzin.