Giliyê Kocabayik ê AKP’yî hate kirin

3 malbatên ji Însîyatîva Hevgiriya bi Girtiyan re giliyê wekîlê AKP’ê yê Îzmîrê Huseyîn Kocabayik kirin, bi sedema ku girtî kirine hedef.

Ji malbatên girtiyan Selvî Gulmez, Yildiz Gerçek û Îsmaîl Kaya ji ber peyama wekîlê AKP’ê Huseyîn Kocabiyik ku li ser hesabê xwe yê twîtterê nivîsîbû; "ku suîqasten bi ser mezinên dewletê de çêbibe, milet wê bi ser girtîgehan de bigire û hemû Fetoyiyan û PKK’yiyan dar ve bike" giliyê Kocabiyik kirin.

Malbatên girtiyan ên ku giliyê Kocabiyik kirin, diyar kirin peyama twîtterê ya wekîlê AKP’ê Kocabiyik îhtîmale operasyoneke dewletê ya bi ser girtiyan de aniye rojevê û xwestin ku Kocabiyik bi sûcên "sorkirina li sûc", "sorkirina gel a li kîn û dijminahiyê û kêmdîtinê" were darizandin.