Seyît Riza û hevalên xwe li Stenbolê hatin bîranîn
Platforma Bîranînê ya Qirkirina Dersimê, di 79’emîn salvegera qetlîama Seyîd Riza û hevalên wî, li Qada Galatasarayê aktivîteyek ya bîranînê li dar xistin.
Platforma Bîranînê ya Qirkirina Dersimê, di 79’emîn salvegera qetlîama Seyîd Riza û hevalên wî, li Qada Galatasarayê aktivîteyek ya bîranînê li dar xistin.
Endamên platformê yên ku li derdor loqûm belavkirin, diyar kirin ku weke Dersimî faşîzma yek ziman, yek bawerî û yek gel qebûl nakin û bibîr xistin ku Seyîd Riza û hevalên wan ti car ji bîr nakin.
Endamên Platforma Bîranînê ya Qirkirina Dersimê ku li Qada Galatasarayê kom bûn, 79’emîn darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî bibîr anîn. Aktivîeya bîranîna qetlîama Dersimê ku di sala 1938’an ku li gor saet atfen saet 19:38’an pêk hat de, hunermend Ferhat Tûnç, Hasan Alî, Erdogan Emîr, Ozlem Geçer, Taylan Yildiz û Mûsa Bakî beşdar bûn. Endamên platformê di bîranînê de wêneyên Seyîd Riza û kesên ku di qetlîama Dersimê de jiyana xwe ji dest dane hildan û pankarta bi gotina Seyîd Riza ya bi nav û deng “Em bi derew û fêlbaziyên wan newestan, ev ji bo me bû dert, em li pêşberî we serî netewand, ev jî bo we bû dert.”hate vekirin. Di aktivîteyê de 1938 bi findan hate nivîsîn, ji bo Seyît Riza û hevalên wî deqeyek rêz hate girtin. Di aktivîteyê de ewilê Serokê Komeleya Dersimiyan a Albeykoyê Mesût Berçek axivî û bi bîr xist ku hê jî gora Seyît Riza û hevalên wî nayên zanîn, ji qetlîama Dersimê ve ti tişt nehatiye guhertin hê jî hişmendiya yekparêziyê dewam dike.
‘EM TESLÎMÎ HIŞMENDIYA YEKPARÊZIYÊ NABIN’
Li ser navê Platforma Qirkirina Dersimê Serok Komeleya Pilûrê Alî Ekber Derman daxuyanî da. Derman diyar kir ku ji beriya niha 79 salan li Dersimê qetlîamekî herî hov dij mirovatiyê ango tertereya Dersim a sala 1937-1938’an pêk hat. Derman wiha got: “Li Dersimê bê ku bêjin jin,mêr, zarok, kal bi awayê herî hovane hatin qetilkirin, şewitandin û bomberdûman kirin.”
Derman destnîşan kir ku ji bo faşîzma yek ziman, yek gel û yek baweriyê bixin meryetê destpêkê Ermenî,Sûryanî, piştre jî Kurd û Elewiyên Kizilbaş li ser xakên wan di qirkirinê re derbas kirin, ji wê rojê heta îro hê jî ew hişmendiya yekparêziyê dewam dike. Derman diyar kir ku bi qetlîama Dersimê xwesin ku gelê Dersimê teslîm bigirin, bê nasname û bê rûmet bikin, Derman bi bîr xist ku çawa ku Dersimî dûh teslîm nebûn îro qet teslîm nabin. Derman wiha pê de çû: “Hişmendiya yekparêziyê ya ku Seyît Riza û hevalê wî bi komployekê hatin dîlgirtin, zindanî kirin, lê nekarîn teslîm bigrin, ji ber ku ji wan ditirsan, xwe li sekna wan a berxwedêr û mîrasê wan ên berxwedêr ranegirtin û tevî wesyetê Seyît Riza jî, zarokê wî ji beriya wî darve kirin, kîna faşîst bi awayê herî hov raxistin ber çavan. Em Dersimî faşîzma yek ziman,yek bawerî û yek geliyê qebûl nakin û hemû xebatên ku Seyît Riza û hevalên wî nedin jibîrkirin biparêzin û wana nadin jibîrkirin.”
Derman, daxwazên Platrorma Qirkirina Dersimê wiha rêz kir: “Di sala 1937-38’an de qetlîamek hatiye kirin, divê ev bê naskirin, ev qirkirin e, gorên wan bidin nîşandan, arşîv werin vekirin, hesab bê xwestin û bendavên ku dawî li xwezayê tînin bidin rawestandin.
Piştî aktivîteyê û şûn de li derdor loqûm hatin belavkirin.