Ûppsala û Narbonneyê ji bo HDP’ê çalakiyên piştgiriyê

Li bajarê Ûppsala yê Swîsre û bajarê Narbonne yê Fransayê, faşîzma AKP’ê hate protesokirin, piştgirî dan HDP’ê û çapemeniya Azad. Di çalakiya ku Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn de, bêdengiya Ewropa jî hate şermezarkirin.

Li bajarê Ûppsala yê Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan, bi armanca protestokirina faşîzma hikûmeta AKP’ê û piştgirîkirina HDP’yiyên hatin girtin xwepêşandanê li dar xistin.

Di çalakiya ku li Qada Stora yê hate lidarxistin de li gel Kurdistaniyên ji çar parçeyan nûnerên rêxistinên girseyên li Swîsreyê jî beşdar bûn. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi pêkanînên xwe hem disûrên xwe û hem jî peymanên distûrên navneteweyî binpê dike.

Di çalakiyê de hate gotin ku divê Swîsre û Yekîtiya Ewropa ne bi gotinî, bi pratîkê li hember dewleta Tirk helwest raber bikin.

Li ser navê Komeleya Neteweyên Yekbûyî ya Ûppsala Hiqûqnas Mona Srtîndberg axivî û anî ziman ku divê hikûmeta Swîsreyê li beramber kiryarên dewleta Tirk û îxalalên mafê mirovan ên li Tirkiyeyê bertekên zelal nîşan bide û wiha got: “Peymana koçberan dikin hincet û çavên xwe li bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin digrin.”

Di axaftinên din de jî hatin destnîşankirin ku daxwaz kirin, muzakereyên endamtiya Tirkiyeyê ya ji bo YE’ê rawestînin û li ser Tirkiyeyê zextan bikin.

Rojnameya Ûppsala Nya Tîdnîng a ku rojane weşan dike di rojnameya xwe de cihekî berfireh ji çalakî û îxlalên maf mirovan ên li Tirkiyeyê tên jiyîn û girtina HDP’yiyan re hêla. Di çalakiyê de Ozlem Andemîr di daxuyaniya ku bi rojnameyê re jî kir wiha got: “Gelê Kurd gelekî parçekirye. Niha belavbûna xwe hêlaye û ji bo li dijî îxlalên mafê mirovan ên li Tirkiyeyê, dibin yek.”

NARBONNE

Li bajarê Narbonne yê Fransayê jî Partiya Komînîst (PCF), kiryarên qirkirina siyasî ya AKP’ê protesto kirin.

Li pêşiya Walîtiya Darayî Narbonne partiyî kom bûn û li ser navê patiyan jî Roûgîer Jacqûelîne axvi û diyar kir ku Erdogan derbazî sîstema diktatoriyê bûye û li dijî HDP’ê yak u 6 milyon deng bi dest xistî û êrîşî çapemeniyê dike, em qebûl nakin.

Roûgîer destnîşan kir ku divê bûyerên ku li Tirkiyeyê diqewimin ji aliyê dewletê Ewropayê ve nayê piştguhkirin, daxwaz kir ku Tirkiye di aliyê ekonomîk û polîtîk de bê cezakirin.

Piştî çalakiyê û şûn de Alîkarê Valiyê Narbonneyê têkildarî parlementerên HDP’ê û hevşaredarên DBP’ê yên ku hatine girtin dosyayek pêşkêş kir.