Doza 5'ê Hezîranê rakirin navenda DAIŞ'ê; dibe ku bê ceza bimîne!
Doza li ser êrîşa bombeyî ya 5'ê Hezîrana 2015'an a li dijî mîtînga hilbijartinê ya HDP'ê, rakirin Sîncan a Enqereyê ku weke navenda DAIŞ'ê tê dîtin. Bi vê biryarê re careke din derb li mexdûran hat xistin.
HULYA EMEÇ
AMED / ANF
çarşem, 16 sermawezê 2016, 08:04
Di rûniştina dawî de bi tenê 4 ji 400 dozdaran karîbûn tevlî rûniştina dadgehê bibin. Hem parêzer hem jî mexdûr bi fikar in ku ev doz gelekî bê dirêjkirin û bi vî rengî ceza li bersûcan neyê birîn.
Sal û nîvek di ser êrîşa bombeyî ya 5'ê Hezîrana 2015'an re derbas bû, ku li dijî mîtînga hilbijartinê ya HDP'ê li meydana Stasyonê ya Amedê hate kirin. Di gilînameyê de jî cih girt ku bersûcê êrîşê bombeyî çeteyên DAIŞ'ê Orhan Gonder di çarçoveya agahî û çavdêriya dewletê de li bajêr bû. Doza li ser komkujiyê ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi qasî 400 kes birîndar bûn, bi hinceta 'ewlekariyê' rakirin navçeya Sîncan a Enqereyê ku weke biryargeh û navenda çeteyên DAIŞ'ê ya li Tirkiyeyê tê dîtin. Mexdûrên ku hêviya wan ji edaletê nema ye, bi vê biryarê re bal kişandin ser dozên ku bi heman rengî sewqî rojavayê Tirkiyeyê hatine kirin û bê ceza hatine hiştin. Malbatên mexdûr niha hem ji ber rewşa madî, hem jî ewlekariyê nikarin tevlî rûniştinê bibin. Lewma bi qasî 400 kesên mexdûr û dozdar, nikarin biçin navçeya Sîncan a Enqereyê ku weke navenda rêxistinbûna DAIŞ'ê tê zanîn. Di rûniştina dozê ya 9'ê Cotmehê de gelek parêzer amade bûn. Lê bi tenê 4 mexdûran karîbûn biçin.
Mexdûr wê ji ber sedemên ewlekarî û madî nikaribin tevlî rûniştina 16'ê Kanûnê bibin.
DADGEHÊ MESAJ DA
Ji parêzerên mexdûran Ferhat Kilinç da xuyakirin, ku mexdûrên teqînê cara duyemîn mexdûr bûne. Kilinç bal kişand ser pirsgirêkên ewlekarî û madî yên li pêşiya mexdûran û got, "Manîdar e ku doz şandina Sîncan a Enqereyê. Sîncan cihekî ku hucreyên DAIŞ'ê herî zêde lê hene. Şandina dozê ber bi vê derê ve, mesajeke dadgehê ji bo civakê ye."
DARIZANDIN WÊ BÊYÎ MEXDÛRAN BÊ KIRIN
Kilinç da zanîn, dadgeh sûcên li Kurdistanê tên kirin dibe bajarên rojava û bi vî rengî hewl didin ji rojevê bixînin. Kilinç ev nirxandin kir: "Me di nava dadgeriyê de gelek mînakên vê yekê dîtin. Dozên Licê û 5'ê Hezîranê tenê çend ji van e. Ji bo ku ji rojeva herêmê bixînin, doza 5'ê Hezîranê şandin Enqereyê, doza Licê jî şandin Îzmîrê. Em ê şopdarên vê bin. Veguhestina dozeke ku bi sedan mexdûrên wê hene, astengkirina azadiya lêgerîna li maf e."
MEXDÛR: JIYANA ME NE EWLE YE
Ji mexdûran Orhan Tokar diyar kir, dosyaya ku bi hinceta "ewlekariyê" şandin Enqereyê ew hîn bêhtir mexdûr kiriye û destnîşan kir, ku li Enqereyê jiyana wan ewle nîne. Tokar anî ziman, wan ji dadgehê xwestine rûniştina dozê li Amedê bê kirin, lê ev daxwaza wan hatiye redkirin û got, "Daxwaza me di cih de qebûl nekirin. Em hewl didin bi dehan kes bikevin vê salona biçûk a dadgehê. Ti baweriya me bi edaletê re nema ye."
WÊ JI NIHA Û PÊ VE NIKARIBIN TEVLÎ RÛNIŞTINA DOZÊ BIBIN
Tokar diyar kir, ew giliyê berpirsyarên teqînê dike û got, "Piştî ku doza rakirin Enqereyê, 400 kesên dozdar li cihê lê ne îfade dan dozgeriyê. Em dadgehê dişopînin. Ev bû cara duyemîn ez bi derfetên xwe diçim Enqereyê. Lê ji niha û pê ve hêza min a çûyînê nema ye. Ji ber ku jiyana min ne ewle ye, ez ê nikaribim tevlî bibim."