Em ji ewlehiya jiyanê ya hevserok û wekîlan bi fikar in
Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr diyar kir ku ew ji ewlehiya jiyanê ya Hevserok û wekîlên HDP'ê bi fikar in.
Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr diyar kir ku ew ji ewlehiya jiyanê ya Hevserok û wekîlên HDP'ê bi fikar in.
Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr têkildarî şert û mercên ku Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag lê dimînin li Meclîsê daxuyanî da çapemeniyê.
Baydemîr diyar kir, ji 8'ê Hezîrana 2015'an ve darbe li ser kar e û ragihand, bi binçavkirinên li Sêrt û Dersîmê re ev pêvajo dwam dike. Baydemîr got, girtina HDP'yiyan pêvajoya darbeya domdar e û wiha bi nav de çû, "Girtina hevserok û wekîlên HDP'ê ku hêviya civaka Tirkiyê ne, red dikin ku bibin kerî û bawerî pê tînin ku kerîbûn ti sûdê ji kesî re nayîne, darbeyek e û ev darbe bi awayekî domdar e.''
Baydemîr diyar kir HDP wê destûrê nede ku civak bibe kerî û got, "Hikûmet dixwaze vê desthilatdariya ku bi kaosê û xwînê çêbûye domdar bike. Em ê girtina hevserok, wekîl, şaredarên xwe û tecrîda wan qebûl nekin, meşrû nebînin û serê xwe netewînin.
Baydemîr diyar kir hevserok û wekîl beriya ku derkevin dozgeriyê cihê wan ê girtîgehê hatiya hazirkirin û got, "Tekana berpirsê girtina hevserok û wekîlên me Erdogan e. Ew reqîbê we ne. Tekan rêya hesabdîtinê ya bi wan re sendoq e. Yên ku nekarîn bi sendeqê bi ser bikevin niha wan digirin û ev darbe ye, ne rewa ye. Divê demildest dev ji vê nehiqûqiyê û nerawabûnê biqerin.''
Baydemîr diyar kir hevserok û wekîlên li girtîgehê di tecrîdê de ne û got, "Birêz Demîrtaş û Yuksekdag û wekîlên me nebirin girtîgehên bajarên ku ew lê hatin girtin.''
Baydemîr gotina wekîlê AKP'ê Huseyîn Kocabayik ku digot, "heke suîqastek bi ser mezinên dewletê de pêk were, wê FETO'yî û PKK'yiyên li girtîgehan werin darvekirin'' bi bîr anî û pirsî, "Serokkomar, tu ji vê agahdar î?'' Baydemîr bi berdewamî, "Ji vê operasyona çêkirina têgihiştinê, ji vê hazirkirina zemînê, weke ku di girtinan de bûyî, tu berpirsyar î? Ez ji Wezîrê Dadmendiyê dipirsim; hûn li kûdera vî karî ne? Ji serokwezîr dipirsim; hûn li kûdera vî karî ne? Heke tiştek bi serê wan were, zirar bigihije neynûka wan, berpirsê pêşî wê Serokkomar, serokwezîr, wezîrê dadmendiyê û hemû ew kes bin ku ji bo rakirina destlênedanê destê xwe rakirin. Kê ev peyam avêt? Armanc çiye? Hişkerekirina vê berpirsyariya we ye.''
Baydemîr rexne li Erdogan anî û got, "Serokên me yên giştî, wekîlên me ji Serokkomar azadtir in. Ji ber ku serokkomar hêsîrê tirka xwe û hêrsa xwe ye civak di vê rewşê de ye. Heke daxwaza we ya şivanbûnê hebe, ew îdîaya we ye, lê heqê me heye ku em nebin kerî û ji têbikoşin. Em ê destûrê nedin ku civak bibe kerî û ji bo berjewendiyên we ji kendalan werê avêtin.''
Baydemîr ji Erdogan re got, "rêya te ne ti rê ye'' û got, "ji dijminatiya li Kurdan, ji quretiya xwe û hêrsa tolhildanê biqere.''
Baydemîr piştre bersiv da pirsên nûçegihanan û got, "Ku rîskek nebûna me yê ev daxwiyaniya çapemeniyê nekira û ev bang nekira. Temasên me çêbûn lê me ji van temasan ti encam wernegirt û ji bo vê me pêdivî bi vê bangê dît. Çima Demîrtaş li girtîgeha Edîrneyê ye? Çima ne li A yan jî B'yê lê li bloka C'yê ye?
Baydemîr bal kişandina ser îdîayên êşkenceyê yê li ser midûrê girtîgehê û got, berpirsê ewlekariya jiyanê ya hevserok, wekîl, şaredaran Serokkomar, Serokwezîr, Wezîrê Dadê û Serokê Meclîsê ye.