Li Sûriyeyê çeteyên Ceyş le Nasr a li El Nursa li dijî Esed şerdikin, dîmenên ku di derbarê êrîşa Bendera Hewayiya Hemayê de belavkirin, ya balkêş dîsa kamyonên spî ku li Reyhanê derketibû holê xuya dikin. Di dîmenan de komyonên spî ya bi marqeya ISUZU fuzeyên grad vala dikin.Piştre jî bi kamyonê ve fuzeyan dibin cihên êrîşê.
Li gorî çavkaniyê herêmî hat diyarkirin ku kamyona spî ya bi marka ISUZU û bêplaqe ji kamyonên ku li Reyhanê hatine dîtin.
GELO KAMYON LI JI REYHANÊ DIÇIN?
Heman Kamyon di dîmenê Tebaxa 2016’an de li ser Rêya Kevn a Helebê hatibû dîtin. Hate ragihandin ku wê demê jî kamyona bê plaqe çekên giran ji El Nusrayê re biriye. Kamyonên ku çekan dişînin bi tîpên A, B, C, D, tên cûdakirin.
GELO ÇEKÊN MIT’Ê NE?
Piştî weşandina dîmenên konvaya komyonan di hinek saziyên çapemeniyê de bibûn rojev û hate diyarkirin ku komyon ji hêla Mit’ê ve çek û cebilxane ji komê çeteyan re dişînin.Ev mijar ji hêla Ajansa Nûçeyan Dîcle ya ku bi Biryarnameya Di Hikmê Qanunî de(KHK) hat girtin, di 10’ê Tebaxê de bi sernivîsa “Li şûna TIR’ên MIT’ê, komyonên bêplaqe digire” xistibû rojeva raya giştî.
RÊXISTINA CEYŞUN ÇAWA HATE AVAKIRIN?
Koma Ceyşu'n Nasr(Artêşa Rizgariyê, di Tebaxa 2015’an de di encama li hevkirina 16 komên cuda yên çeteyên girêdayê OSO (Artêşa Sûriyeya Azad) ên li bajarê îdlîb û Hamayê hate avakirin.Komên ku dinav Ceyşu'n Nasr de cih digrin evin: Cebhet-Şam, Tûgayên Şahînên El-Gab,Koma îzzet, Tevgera Fedayiyên Sûriyeyê,Tûmena 101, Eniya Rizgariya Şerxwaz, Tûgaya 6’emîn,Tûmena 111’emîn,Tûmena 60’emîn, Tûgaya Bîlad-î Şam, Tûgaya 6’emîn, Civata Alaya 111’emîn, Tabûra Şahînên Cîhadî, Tûgaya Şehîdên El-Treymîse, Tûyga El-Meşhûr û Tûgaa El-Adiyat.