Li Zurîhê dostê Kurda hatin cem hev: Divê piştgirî were mezinkirin
Li Zurih a Swîsreyê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Zurîhê, DEM-KURD bi sazî û dezgeyên Swîsreyê ve hatin cem hev. Di aktîvîteyê de li ser xebatên hevpar nîqaş hatin kirin.
Li Zurih a Swîsreyê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Zurîhê, DEM-KURD bi sazî û dezgeyên Swîsreyê ve hatin cem hev. Di aktîvîteyê de li ser xebatên hevpar nîqaş hatin kirin.
Komîsyona Têkiliyên Derve ya Navenda Civaka Kurdê Demokratîk a Zurîhê, li Komeleya Zurîh a DEM-KURD ê, bi sazî û dezgeyên Swîsreyê ve hatin cem hev. Beşdervan civînek pêk anîn, beşdarvan ji bûyerên ku li Kurdistanê diqewimin hatin agahdarkirin. Di aktîvîteyê de li ser xebatên hevpar nîqaş hatin kirin.
Di civînê de Komîteya Piştgiriya Rojava, Komîteya Piştgiriya Zurîh-Amed, MLGS, Nûnerên Koma Otonom a Swîsreyê, Ciwanên Şoreşger ên Zurîhê(RJY) û nûnerê Tevgera Jinên Swîsreyê cih girtin.
Di civînê de çavdêriyên Komîteya Zurih-Amedê ya di serdana li Bakurê Kuristanê de hate parvekirin, banga xurtkirina piştgiriyê hate kirin.