Yildirim: Divê Gilhê Wezîrê Karê Navxweyî li Dîwana Edelatê ya Laheyê were kirin
Yildirim ê HDP’yî bi şêniyên gundê Xirabê Bava re axivî û got, ‘’Wezîrê Karê Navxweyî êşkence qebûl kiriye û divê gilhê wî li Dîwana Edelatê ya Laheyê were kirin’’
Yildirim ê HDP’yî bi şêniyên gundê Xirabê Bava re axivî û got, ‘’Wezîrê Karê Navxweyî êşkence qebûl kiriye û divê gilhê wî li Dîwana Edelatê ya Laheyê were kirin’’
Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, wekîlên HDP’ê Îmam Taşçier, Leyla Bîrlik, Ibrahîm Ayhan, Hevserok KCD’ê Leyla Guven û Alîkara Hevseroka Gitşî yê DBP’ê Gulcîhan Şîmşek weke şandeyeke ji bo ku biçine Xirabê Bava hatin Nisêbînê. Şande li bînahiya Navçeya HDP’ê ya Nisêbînê bi şêniyên gundê Xerêb re hatin cem hev, ku gundî hatibûn binçavkirin û piştre serbest hatibûn berdan.
‘WEZÎR XWEDÎ LI ÊŞKENCEYÊ DERKET’
Serokwelîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim li vir wiha got:
‘’Li Xirabê Bava bi navê qedexeya derketina derve dorpêçeke ne hiqûqî heye. Bila kes nebêje ev parçeyek ji têkoşîna dijî PKK’ê ye, cihên navborî jîgehên sivîl in. Cihê ku em dixwazin biçinê jîgeha sivîlan e. Ne kamp e. Gund e. Cihê ku nahêlin şandeyên mafê mirovan, saziyên hiqûqê biçinê gund in.
Têkildarî mijarê axaftina Serokwekîlê Koma AKP’ê ya li Meclîsê kirî û daxuyaniya Waliyê Mêrdînê û Wezîrê Navxweyî li hev nayên. Em ji salên 90’î baş dizanin, xwedî giravî ji bo ku alîkarî dane çi bi serê mirovan kirine.
Wezîrê Navxweyî dema ku ji Erzerûmê bersiv da wêneyê ku hişkere ye êşkence lê hatiye kirin, li xwe mikur hatî ku sûcê mirovahiyê pêk aniye, li xwe mikur hatiye ku êşkence kiriye. Qebûl kiriye kesê ku êşkence lê hatiye kirin gundî ye. Banga me ji bo hemû saziyên mafê mirovan ew e ku gilhê Wezîrê Navxweyî li Dîwana Edelatê ya Laheyê bikin. Wezîrê Navxweyî sûcê mirovahiyê êşkence qebûl kiriye.
Heke bi vê dixwazin li ser civakê zextê çêbikin, dixwazin bikevin xeyala serektiyê zilma wan wê hêrsa gel, daxwaza aştiyê ya mayinde û rûmetdar, hezkirina azadî û demokrasiyê geştir bike. Tiştek fêhm kirine; bi dil, bi xweşî nikarin deng ji gel bistînin.’’’