Welatparêzê Kurd Bayram Taşpinar li Goteborgê jiyana xwe ji dest da

Welatparêzê Kurd Bayram Taşpinar, ku demeke dirêj li Swêdê dima, ji ber kanserê duh jiyana xwe ji dest da.

Taşpinar ku ji Kurdên Anatoliya Navîn e, duh jiyana xwe ji dest da.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Goteborgê, ji ber wefata Taşpinar daxuyaniyek weşand û got, "Bila serê malbatê, hezkiriyên wî û tevahiya gelê Kurd sax be. Nirxekî me yê mezin jiyana xwe ji dest da. Em ê xewn û xeyalên wî bi cih bînin."

Bavê 4 zarokan Taşpinar di 57 saliya xwe de wefat kir. Cenazeyê wî wê li bajarokê Omeran ê Konyayê, ku lê ji dayik bû bû, were veşartin.