Asûrî-Suryanî wê li ber dîktatoriyê rabin
Asûrî-Suryaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn dan xuyakirin, ku wê di referandûma li ser destûra bingehîn a rê li ber dîktatorî û rejîma şexsekî vedike, dengê 'NA' bidin.
Asûrî-Suryaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn dan xuyakirin, ku wê di referandûma li ser destûra bingehîn a rê li ber dîktatorî û rejîma şexsekî vedike, dengê 'NA' bidin.
Li Swêdê, bi qasî 100 hezar Asûrî-Suryanî dijîn. Piraniya van jî ji ber zext û zordariya dewleta Tirk reviyan e. Asûrî-Suryaniyên li Swêdê, ku 2 tîmên wan ên futbolê li lîgên Swêdê, 5 parlamenterên wan li parlamentê, bi dehan endamên wan ên meclîsa şaredariyan, bi qasî pêncî dêr û gelek komeleyên wan hene, yek ji koma sereke ya koçberan e ku entegreyî Swêdê bûye.
Suleyman Boyaci, ku di salên 1980'î de li Swêdê bi cih bû, Alîkarê Serokê Komeleya Piştgiriya Mezopotamyayê ye. Komeleya wan hewl dide pirsgirêkên Asûrî-Suryaniyên li Swêdê dijîn çareser bike û di heman demê de bûyerên li Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê ji nêz ve dişopîne. Her wiha cihê xwe di nava çalakiyên ji bo destekkirina Suryanî û Kurdan de digire.
Bi Boyaci re em li ser referandûma li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, nêrîn û daxwaza Suryaniyan axivîn.
REWABÛNA REFERANDÛMÊ CIHÊ NÎQAŞÊ YE
Boyaci da xuyakirin, li cihekî ku Rewşa Awarte lê hatiye ragihandin û welat bi biryarnameyan tê birêvebirin, rewabûna referandûmê cihê nîqaşê ye.
Boyaci da zanîn, Erdogan ji bo welêt bi temamî bixe bin kontrola xwe, serî li her rê û rêbazê dide, bi partiya faşîst MHP'ê re hevkarî kiriye û got, "Di ajansa Erdogan de nîjadperestî û Îslamiyet hene. Erdogan ku beriya niha digot, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ew ê jehrê vexwe, piştî ku HDP weke vîna gelên bindest di hilbijartinên 7 'ê Hezîrana 2015'an de serketineke mezin bi dest xist, ket nava panîkê. Li pêşiya sîstema xwe ya serokatiyê û kontrolkirina tevahiya welêt, HDP li pêşiya xwe weke astengî dît."
DI NAVBERA KIRYARÊN ERDOGAN Û SADDAM DE TI CUDAHÎ NÎNE
Boyaci anî ziman, ew demekê li Iraqê ma, lewma îmkan dît ku kiryarên serdema Saddam ji nêz ve bişopîne û destnîşan kir, di navbera kiryarên Erdogan û Saddam de ti cudahî nîne.
Boyaci got, "Saddam zext li hemû gelên bindest ên li welêt dikir û ew dikuşt. Partiya Baas yek partî bû. Saddam jî yek şexsê serwer bû. Serdestê tevahiya Iraqê bû. Hemû mûxalefet ji holê rakir. Erdogan jî heman tiştî dike û bi referandûmê re hewl dide bibe Saddam. Cudahiya navbera Saddam û Erdogan ew e, ku Saddam ne Îslamperest bû, lê Erdogan Îslamperest e. Hewl dide gav bi gav rejîmeke Îslamî bîne."
AKP'Ê HEMÛ DESTEKETÎ TINE KIR
Boyaci anî ziman, di dîroka Tirkiyeyê de yekemcar gelê Asûrî-Suryanî bi saya HDP'ê îmkan dît ku li parlamentê û şaredariyan bê temsîlkirin û wiha dewam kir: "Vê yekê moral û hêz da gelê me. Lê belê piştî 15'ê Tîrmehê AKP'ê hemû destketiyên me tine kir. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol ji wezîfeyê girt. Navên gundên bi Suryanî yên li tabelayên Şaredariyê hatibûn nivîsandin, jê bir. Peykerên Asûrî yên li ber avahiya Şaredariya Amedê rakir."
Boyaci da zanîn, bi qasî 500 hezar Asûrî-Suryanî li welatên Ewropayê hene, lê li Tirkiyeyê tenê 30 hezar man e û got, "Ji ber ku hejmara me ya li welêt kêm e û hêza me nîne, AKP me ji nedîtî ve tê. Lê belê em yek ji gelên herî kevn ên vê erdnîgariyê û dîrokê ne. Dewleta Tirk mecbûr e bi hurmetî nêzî mafên me bibe.
Di dewama axaftina xwe de Boyaci anî ziman ku AKP dixwaze gelên Asûrî-Suryanî û Ermenî bi temamî ji erdîngariya Kurdistanê û Tirkiyeyê bibe û got, "Erdogan bi gotina yek al, yek milet, yek dewlet, yek ziman vê yekê her roj tîne ser ziman. Dixwaze vê ferasetê bi destûra nû bike qanûn. Tevî ku hejmara me kêm e jî, em ê li vê pêşnûmeya destûra bingehîn re bêjin 'NA'."