BI DÎMEN

Li Brûkselê resepsiyona ‘’doza PKK’ê’

Li Belçîkayê ji bo kesên ku par destek dane kampanyaya doza têkildarî PKK’ê resepsiyonek hate dayin.

Di resepsiyonê de ku ji hêla gelek komeleyan ve hatibû organîzekirin biryara dadgehê ya ku digot ne ‘’terorîzm’ lê ‘’şerê çekdarî’’ ye hate nirxandin.

Resepsiyaon ji hêla Enstîtûya Kurd a Brûkselê, Komîteya Hevgirtina Rojava, Veqfa Înfo-Kurd û Navenda Civaka Kurd a Belçîkayê (NAV-BEL) ve hate organzîkirin. Gelek kes jî hatibûn vexwendin ji bo resepsiyona ku li navenda çandî ya De Marktenê pêk hatî. Di nav wan de nûnerên rêxistinên sivîl û parêzer jî hebûn ku destek didina kampanyaya doza PKK’ê.

Li Belçîkayê 2006’an têkildarî 36 kesî ku di nav wan de siyasetmedarên Kurd Remzî Kartal , Zubeyîr Aydar, Adem Uzun jî hebûn, lêpirsîn hatibû destpêkirin. 3’ê Mijdara 2016’an Daîereya Lêpirsînê ya Brûkselê hikm da ku PKK ne rêxistina terorê ye û red kiribû ku doz were vekirin. Daîreyê gotibû ev pirs divê weke ‘şerê çekdarî’ were nirxandin û di nav çarçoweya dij-terorê de nikare were nirxandin. Lê ji ber sedema nerazîbûna dozger û Tirkiyê lêpirsîn berdewam dike.

AYDAR: RÛNIŞTIN 9’Ê GULANÊ YE

Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Zubeyîr Aydar spasî da wan kesan ku di vê dozê de piştgirî dane siyasetmedarên Kurd û got, ‘’We helwesteke demokratîk nîşan da. Kampanyayeke îmzeyan hate birêvebirin. Em girîngiyê didine vê.’’ Aydar bi berdewamî got, ‘’hakimekî xwedî ûcdan, biryar da ku tiştên ku têne jiyîn ne teror e’’ Aydar got, ‘’em ne terorîst in, em têkoşîna azadiyê didin’’ Aydar diyar kir ku têkildarî wan 60 hezar rûpel dosya hatine amadekiirin û got, ‘’Di van dosyayan de têkilardarî yasayên Belçîka tiştek nîn e. Bi temamî bi Tirkiyê re têkildar e.’’
Aydar diyar kir ku ji berk u Tirkiyê û dozger nerazîbûna xwe diyar kirine lêpirsîn berdewam dike û got, ‘’rûniştin 9’ê Gulanê ye’’

Aydar bal kişande ser rewa Tirkiyê ya berdest jî û got, ‘’Tirkiye bûye bela serê her kesî, em dîktatorekî nû dibînin. ‘’ Aydar ji bo yên mêvan jî got, ‘’hûn xwedî ûcdan in, em li dijî van dijwariyan, dijî vê zilmê em bi hev re li ber xwe bidin.’’

KHALÎFA: MIWEKÎLÊN MIN MEXDÛRÊ TERORA DEWLETÊ NE

Piştî Aydar Parêzer Ben Khalîfa got kamapanyaya hevgirtinê bi hev re bi rê ve birine û got, Destekdayina têkoşîneke siyasî dibe terorîzm? Li welatekî dî destekdayina rêxistineke çekdarî dibe terorîzm?’’

Khalîfa diyar kir ku dadgehê de wan ev pirs kirine, li Belçîka polîs çûne malên hemû Kurdan, li malên wan ji bilî wêneyên Rêberê Gelê Kur Abdullah Ocalan tiştekî dî nehatiye dîtin.
Khalîfa got, ‘’Belê, li malên Kurdan ev heye. Li mala kurê min jî wêneyê Che Guevara heye. Li kuçeyan jî digerîne. Divê were girtin? Wî jî şerê gerîla dabû’’

Khalîfa got, ‘’li vir a girîng ew e ku di vê mijarê de kî biryarê dide’’ û bi berdewamî, ‘’Kî biryar dide ku rêxistinek terorîst e yan na? Ev bi temamî meseleyeke siyasî ye. Miwekîlên min ne terorîst in, mexdûrê terora dewletê ne. Divê mirov vê tim bi bîra wan bixîne. Doz hê neqediyaye, pêdiviya me bi hevgirtinê heye.’’

 ‘LI DIJÎ TERORÎZMA DEWLETÊ KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK’

Herî dawî yek ji organîzatorê resepsiyonê Ludo Brabander axivî û got: ‘’Rêya herî hêsan a çewisandina muxalîf ewe ku mirov weke terorîst sûcdar bike’’ Brabendar got, dema ku mirov li rewşa Tirkiyê û herêmê dinere geşedanên başbîn û bedbîn jî hene û berevahî rewşa ku Erdogan çêdike li Kurdistanê geşedanên xweş hene û ev mirov başbîn dike.

Brabander bal kişande ser projeya konfederalîzma demokratîk a ku Kurd pêşengiya wê dikin û got, ‘’Konfederalîzma demokratîk li dijî terorîzma dewletê dikare bibe alternatîfa rasteqîn.’’