BI DÎMEN

Li Wuppertal û Parîsê xebatên referandûmê

Xebatên Kurdistaniyên li derveyeyî welat li dijî dîktatoriya ku tê xwestin bi hevalbendiya AKP-MHP’ê di referandûmê de pêk were, didomin.

Li Wuppertal û Parîsê xebatên referandûmê dest pê kirin.

WUPPERTAL

Li Wuppertal a Elmanya xebatên kampanyaya ‘NA’yê dest pê kirin.

Duh li Wuppertalê, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk saet 20.00’an cîvin hate danîn û civîn bi deqeyek rêzgiritinê dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê Mutlak Bîngol axivî û got ji bo ku ew xeyalên Erdogan ên dîktatoriyê pûç bikin, li dijî zilma zalim ew ê helwesta rûmetdar nîşan bidin û bi çoşdarî kampanyaya NA’yê pêk bînin.

Di nav çarçoweya kampanyayê de komîsyon hatin danîn, mal bi mal wê bigerin û xebatên xwe bidomînin.

PARÎS

Li Parîsê jî Platforma NA’yê hate danîn. Wekîla HDP’ê Tugba Hezar jî tevlî civîna gel bû ku ji hêla Platforma Na’yê ve hatibû organîzekirin.

Hezer di civînê axivî û got, ‘’Ji bo ku NA li pêş be desthilatdarî şaş maye. Ji bo vê jî, ji bo ku nikarin dengê ‘erê’ zêde bikin, êrîşê dibine ser ‘Na’yê û dixwazin dengan kêm bikin, li gorî vê dixebitin.

Li ser navê Platforma Na’yê Yusuf Şahîn axivî û got platform di gelek mijaran de xwe amade kiriye, lê xwest ku gel hemû alîkariyê bi wan re bike, her kes xwe peywirdar bibîne, cîran, nasên xwe bibe ser sendoqê. Şahîn diyar kir ku hedefa wan ew e li Ewropayê ew 1 milyon dengê NA derxînin.