KNK: Gelê Kurd dost, parêzvan û hevalekî xwe winda kir
KNK: Bi wefata Birêz Essa Moosa re, me weke gelê Kurd dostekî xwe, parêzvanekî xwe, hevalekî xwe winda kir. Em gelekî xemgînin. Gelê Kurdistanê wî ji bîr nake û wê neke jî.
KNK: Bi wefata Birêz Essa Moosa re, me weke gelê Kurd dostekî xwe, parêzvanekî xwe, hevalekî xwe winda kir. Em gelekî xemgînin. Gelê Kurdistanê wî ji bîr nake û wê neke jî.
Di peyama sersaxiyê ya KNK'ê de hat gotin, "Dostê hêja, parazvanê mafê mirovan, şoreşgerê Afrîka Başûr, parêzerê Nelson Mandela û Abdullah Ocalan Birêz Essa Moosa, 26.02.2017'an roja Yekşemê (Îro) çû ser dilovaniya xwe. Wefata Essa Moosa ji bo Afrîka Başûr, ji bo gelê Kurdistanê û ji bo mirovahiya pêşverû windahiyeke mezin e. Em weke dost û hevalên wî pir xemgînin."
Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir, Essa Moosa, di jiyana xwe da herûher li dijî zilmê rawestiya û cihê xwe di nava Şoreşa Afrîka Başûr de girtiye.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Salên dirêj hevaltî û parêzertiya Nelson Mandela kiriye. Wekî şoreşgerekî li hemû qadên xebatê çalak bûye û li dijî sîstema nîjadperest a ku weke Apartheid tê navkirin, di rêza pêşî de têkoşiya ye. Ji ber vê yekê jî bûye hedefa sîstema Apartheid û gelek caran hatiye girtin û îşkence lê hatiye kirin. Li gel vê yekê jî gav paş de ne avêtiye û heta dawiyê di nava refên şoreşê da ma ye."
Konseya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin, ku piştî şoreşê ji bo ji nû ve avakirin û demokratîzekirina Afrîka Başûr bi roleke girîng rabûye û got, "Herwiha piştî şoreşê di warê mafên mirovan da di asta welat, asta Afrîka û asta Cihanî da jî karên giring kirin. Karekî wî yê mezin jî ew bû ku dostaniya kesên mexdûr, grub û gelên bindest dikir û bû xebatkarek enternasyonalîst.
'HETA DAWIYA TEMENÊ XWE DOSTANIYA GEL Û ŞOREŞA KURDISTANÊ KIR'
Yek ji xebatên wî yên enternasyonalîst jî ew bû ku heta dawiya temenê xwe dostaniya gel û şoreşa Kurdistanê kir. Piştî serketina şoreşa Afrîka Başûr, di demeke kurt da peywendî li gel nûnerên Şoreşa Kurdistanê danî û weke xebatkerekî şoreşê kar kir. Gruba dostaniya gelê Kurd û gelê Afrîka Afrîka ava kir û heta dawiya emrê xwe serokatiya vê grubê kir. Weke dostekî gelê Kurd di dehan konferans û semînerên li ser pirgirêka Kurd de cihê xwe girt. Li welatê xwe bi dehan kom, civîn, semîner û konferans li ser pirsgirêka Kurdî saz kir û meşand."
'YEK JI XEBATA WÎ YA ESASÎ PARÊZVANIYA OCALAN BÛ'
KNK'ê destnîşan kir, ku yek ji xebata wî ya esasî ew bû, ku piştî esareta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû parêzer û parêzvanekî wî û got, "Ji bo azadiya Birêz Ocalan di nava hemî însiyatîfan de cihê xwe girt û gelek caran kom ava kir û serdana Kurdistanê kir. Bi nivîs, gotar, semîner û konferansan, xwest bîr û rayên Birêz Ocalan ji raya giştî re bibe mal."
Di dawiya peyama KNK'ê de hat gotin, "Bi wefata Birêz Essa Moosa re, me weke gelê Kurd dostekî xwe, parêzvanekî xwe, hevalekî xwe winda kir. Em gelekî xemgînin. Gelê Kurdistanê wî ji bîr nake û wê neke jî.
Bi vê munasebetê em carek din ji malbata Essa Moosa, ji gelê Afrîka Başûr, ji gelê Kurdistanê, ji mirovatiya pêşverû re sersaxiyê dixwazin û li ber bîranîna wî rêz digirin û bejna xwe ditewînin."