Platforma ‘’NA’ ya Hollanda: Em em bi hev re ne û dibêjin, ‘’NA’
Platforma ‘NA’ ya Hollanda got. ‘’Em hem dema xwe ya niha û em jî siberoja xwe bi dest zilamekî ve bernadin’’
Platforma ‘NA’ ya Hollanda got. ‘’Em hem dema xwe ya niha û em jî siberoja xwe bi dest zilamekî ve bernadin’’
Platforma Na ya Hollanda daxuyaniyeke nivîskî da û got ew weke rêxistinên civaka sivîl li dijî dîkta û li dijî destûra ‘na’ ya paşverû ew hatine cem hev.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘’Em weke Platforma Na ya Hollanda hêza xwe bi kampanyaya ‘na’ dikine yek ji bo vê jî e mê vê ‘NA’yê ji her kesî re vebêjin. Em ê ji wan re bibêjin ku bi gotina ‘na’ wê tercîheke erênî ji bo welêt bikin. Ne tenê ji bom e, ji bo siberoja me jî di vê dengdanê de dengê ku wê bidin girîng e. Em ê em dema xwe ya niha û hem jî siberoja xwe bi destê zilamekî ve bernedin.
Ji bo vê em dibêjin NA. Ji bo xwe, zarok û neviyên xwe û ji bo ku em weke Hollanda di nav demokrasî, dewleta hiqû û laîk de bikaribin bi hev re bi biratî bijîn em ê bibêjin NA. Em ji bo jin, zarok, ciwanan dibêjin NA. Ji bo ku ji welatê me, mirovên me û dinyayê re bi xêr e em dibêjin NA. Bi tenê bi yek gotinê, bi mohra li ser Na’yê em dikarin dîroka xwe binivîsin. Her tişt di destê me de ye. Hêvî jî, bêhêvîtî jî, tarîtî û ronkahî jî. Platforma Na bi hişmendiya ku xêr tê de heye di rojên pêş de wê kampanyayan bike û bi bernameyan xwe bigihîne gel. Hemû kesên ku dibêjin Na hyêza xwe tevlî hêza me bikin, ev roj ew roj e ku em hêz were xurtkirin. Her NA’ya we tîrêjek e ku wê tarîtiyê ronî bike.’’