Bi kêran êrîşî kesên belavokên NA belavdikirin hate kirin

Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî (BHH), diyar kir ku li Stenbolê dema ku endamekî wan belavokên NA ya ji bo referadûma gûhertina Destûra Bingehîn belavdikir hatiye kêrkirin.

Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî (BHH), diyar kir ku endamekî wan ê li Stenbolê belavoka "Na" belav dikir hatiye kêrkirin. BHH’ê di hesabê xwe yê fermî yê Twitterê de diyar kir ku, belavokên ji bo referandûma 16'ê Nîsanê hatine amadekirin, Stenbol jî di nav de li gelek deverên welat belavkirina wan didome. 

Endamên BHH'ê yên li Umraniyeyê belavok belav dikirin, ji aliyê kesên nenas ve bi kêran êrîş wan kirine. Hat ragihandin ku rewşa kesê birîndar baş e.

BHH, têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku berê jî gelek êrîş li ser wan hatine kirin. BHH’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Berê jî çeteyan li Edeneyê, li Avcilarê jî êrîş kirin. Lê bersiva me her tim heman bersiv bû. 'Na'yek e hê xurtir û qelebalixtir.