Ehmed: Yekane rêya çareseriyê Federasyona Demokratîk e
Îlhan Ehmed a ku di kongreya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de axivî, diyar kir ku hat îsbatkirin ku li Sûriyeyê di şerê 6 sal e didome de yekane rêya çareseriyê ya ji bo kirîzan sîtema Federasyona Demokratîk e.
ANF
DÊRIK
şemî, 25 reşemiyê 2017, 16:24
Ehmed a di kongreyê de axivî diyar kir ku şerê li Sûriyeyê didome, ber bi şerê mezhebî û nîjatperestiyê ve diçe û got: “6 salên ku kirîz didome, hêla ku projeya federal û demokratîk derkeve holê. Gelek hêz dixwazin Sûriye parçe bibe û demografiya wê bê gûhertin. Herî dawî Tirkiye, di salvegera şerê Mercîdabikê de dest bi pêvgava dagirkirina xaka Bakurê Sûriyeyê kir. Bi van dagirkeriyan dixwazin demên Osmaniyan vegerînin. Îran û gelek hêzên mîna wê ketine nava hewldanên êrîşan li ser van xakan bidin kirin.”
Ehmed wiha nirxand: “Projeya Federasyonê xwe dispêre parastina rêgezên nasnameya gelên Sûriyeyê, rêzdayîna çanda wan, nirxên edalet û welatiyê azad dike. Êdî em dibînin Komara Ereb a Sûriyeyê cihê xwe ji Komara Federal a Sûriyeyê re hêlaye. Ji ber ku ev sîstem hemû gelên Sûriyeyê digire nava xwe, ne li ser bingehê neteweyekê hatiye avakirin. Ji ber ku Sûriyeya ku pêşengtiya demokratîkbûna Rojhilata Navîn dike pêwîstî pê heye vegere demokratîkbûnê.” Ehmed, bang li beşên azadîxwaz kir ku di xebatên avakirina sîstema federasyonê de cihê xwe bigirin û got: “Êdî Netewa Demokratîk ne xeyal e. Niha me wê didin avakirin. Divê hem bi hev re xwedî li nirxên welatê xwe derkevin û nexşeya çareseriya kirîza Sûriyeyê bi hev re xêz bikin.”
Ehmed di axaftina xwe ya dawî de anî ziman ku, divê demildest li Sûriyeyê agirbestek were ragihandin, dorpêça li ser welat were rakirin û kesên ku koçberbûne ji bo bizvirin warên xwe tiştên pêwîst were kirin.
DI KONGRÊ DE WÊ HEVSEROK WERIN HILBIJARTIN
Di kongreyê de ji bo namzetiya hevserokatiyê, Îlham Ehmed û Riyar Dîrar tenê ne. Di kongreyê de her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê, neşerêyek û belgeyên siyasî bê gotûbêjkirin û bikeve dengdanê.