Li Frankfûrtê standa ‘NA’
Platforma NA ya Frankfûrtê, wê li navendên bajêr her roja Şemiyê konê enformasyonê yê ‘NA’ a referandûmê deyne.
Platforma NA ya Frankfûrtê, wê li navendên bajêr her roja Şemiyê konê enformasyonê yê ‘NA’ a referandûmê deyne.
Li bajarê Frankfûrtê Elmanyayê platforma ‘NA’ li navenda bajêr Zeîlê standa enfermasyonê danî. Bernameya ku saet 11.30-15.00’an pêk hatî bi şovên dîtbar û dansvanên kuçeyan rengîn bû. Gelek broşûrên ku bi Elmanî û Tirkî kampanyaya ‘Na’ ya referandûmê vedigotin hatin belavkirin.
Platforma Na ya Frankfûrtê got: ‘’Em ji bo ked û demokrasiya netewe û gelên çewisandî, ji bo gel û azadiyên wan, ji bo maf û azadiya jinan, ji bo wekheviya di navbera zayendan de, ji ob azadiya baweriyê, ji bo laîkbûnê, ji bo jiyana hevpar a wekhe, ji bo parastina hebûnên çandî, ji bo ku li Rojhilata Navîn û dinyayê aştî serwer bibe, ji Tirkiyeyeke demokratîk û mirov bikaribe bi hev re bijî, dibêjin, Na.’’
Platforma Na ya Frankfûrtê heta 15’ê Nîsanê her Şemî saet 11.30-15.30’an li navenda bajêr Zeîlê wê konê enformasyonê deyne.