Li Amsterdamê li dijî êrîşên li ser gundên Xerabê Bava û Telatê nerazîbûn

Li Amsterdamê, dorpêç û êrîşên hovane ên artêşa Tirk a li ser gundên Mêrdînê hatin şermezarkirin.

Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê di pêşengtiya Tevgera Jinê ya Rojbîn de, Kurdistanî û dostên wan ên Şoreşgerên Tirkiyeyî kom bûn, ji bo şikandina dorpêça ku ev 2 heftene li ser gundê Xerabê Bava û Talatê mîtîngek lidar xistin.

Mîtînga ku saet 14:00’an de destpê kir hevparên HDK’ê yên li Hollandayê jî beşdar bûn. Di çalakiyê de dirûşmên “Terorîst AKP” û “ Diktator Erdogan” hatin qîrkirin, her wiha belavokên bi zimanê Hollandî û Elmanî jî hatibûn amadekirin hatin belavkirin.

Di çalakiyê de pankarta ku li ser “Dawî li dagirkeriya dewletê ya li Nisêbînê bînin” hatibûn nivîsandin hate vekirin û posterên parlementerên HDP’ê yên girît jî hatin bilindkirin. Çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.