Gundiyên Efrînê: Em li vir ji dayik bûn, em ê li vir bimirin

Şêniyên Şera û Şerawa bi biryar in ku gundên xwe neterikînin û dibêjin, "Ev der cih û warê me ye. Em li vir ji dayik bûn, em ê li vir bimirin."

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku ji nava DAÎŞ û El Nûsra daye hev, ji navçeya Cindirêsê heta navçeyên Siyê, Raco, Bilbilê û Şerayê li seranserê sînor şerekî dijwar diqewime. Berxwedana gelê Efrînê jî dewam dike. Gundiyên van navçeyan li gel bomberdûmana bi balafirên şer û topbaranê jî cih û warê xwe naterikînin.

Gundiyên navçeyên Şera û Şerawa ji ANF'ê re axivîn û anî ziman ku dewleta Tirk çav berdaye axa wan û wê ti carî axa xwe ji dewleta Tirk re nehêlin. Gundiyên ku li gel êrîşên giran gundên xwe neterikandine dibêjin, "Ev der cih û warê me ye, em li vir ji dayik bûn, em ê li vir bimirin."

'EM LI BER DAGIRKERIYÊ RADIBIN'

Bangîn Mihemed ê 21 salî ji gundê Sînka yê Şera ye û xwendekarê tipê ye. Mihemed diyar dike, piştî ku êrîşên dewleta Tirk dest pê kirin ew vegeriya gundê xwe û ji bo parastina cih û warê xwe amade ye bi her berpirsyariyê rabe. Mihemed di dewama axaftina xwe de dibêje, "Em ê ti carî ji gundê xwe dernekevin. Em ê çawa dest ji gundên xwe berdin? Dewleta Tirk li dijî me şer ragihand. Me çav bernedaye axa wan, ew hatine ji bo axa me dagir bikin. Em ê her kes rahêjin çekan û li ber vê dagirkeriyê rabin."

'EV DER CIH Û WARÊ ME YE'

Derwêş Çawîş ê 52 salî yê ji heman gundî destnîşan dike ku ev der cih û warê wan e û dibêje, "Dewleta Tirk bi her şêwe çekên giran û balafirên şer êrîşî kantona me dike. Em jî bi biryar in ku li ser axa xwe bijîn. Ev der cih û warê me ye. Em ê ti carî dest ji axa xwe bernedin. Ev der a me ye. Ev welat ê me ye. Ti kes ji derve nikare bê û me bi zorê ji cih û warê me derxîne. Em zarokên vê axê ne. Ev der cih û warê pêşiyên me ye."

'DI VÎ ŞERÎ DE EM Ê BI SER BIKEVIN'

Ji gundê qedîm ê Êzidiyan Cûma Ebdî Cûma yê 88 salî yê ji gundê Qestelê, anî ziman ku dewleta Tirk hatiye ji bo dagirkirinê. Cûma işaret bi dijminatiya dewleta Tirk a li hemû Kurdan kir û got, "Di dawiya vî şerî de em ê bi ser bikevin." Bi dewamî got, "Ez welatiyekî Êzidî me. Dewleta Tirk hatiye vê derê ji bo axa me dagir bike. Ji gundê Qestelê me. Em Êzidî, Misilman her kes bi hev re dijîn. Lê belê dewleta Tirk çav berdaye axa me. Dewleta Tirk dijminatiyê li tevahiya gelê Kurd dike. Ne tenê li kesekî ya jî malbatekî dike. Mîna Osmaniyan dixwaze bibe xwedî hikum. Lê belê em ê bi ser bikevin. Înşaleh em ê bi ser bikevin."

'EV AX ŞEREFA ME YE'

Samî Temîr jî tîne ziman, "Ev der cih û warê me ye, em li ser vê axê dijîn. Cîhan bi ser me ve birûxe jî em ê dest ji vê axê bernedin. Ev der welatê me ye. Welatekî me yê din nîne. Em ê vê derê ti carî ji dewleta Tirk re nehêlin."

Ji Hêzên Parastina Civakî Siwar Îbrahîm jî dibêje, "Ev der şerefa me ye. Em ê ti carî dest ji vê axê bernedin. Bila cîhan tev zanibe ku li dijî gelekî dixwaze li vê derê bi rengekî aştiyane bijî şer hatiye ragihandin. Heta nefesa xwe ya dawî ez ê ji bo vê axê li ber xwe bidim. Ji bo parastina axa xwe ku şerefa min e, ez ê heta dawiye li ber xwe bidim."

'EFRÎN NE DOZEKE BIÇÛK E'

Jina bi navê Fatma Îbrahîm jî ku dema çav li kamerayên me dikeve dibêje, "Efrîn ne dozeke biçûk e. Em ê ti carî Efrînê ji dewleta Tirk re nehêle" wiha dipeyive, "Divê her kes bi sînorê xwe zanibe. Sînorê dewleta Tirk diyar e. Niha zêdegaviyê dike û hewl dide Efrîna me dagir bike. Heta ku YPG û YPJ a me hebin, heta ku zarokekî me yê biçûk li vê cîhanê hebe, em ê bihostek axa xwe jî ji wan re nehêlin. Tiştekî ku Erdogan ji vir bigire nîne. Em ê bihostek vê axê jî ji wî re nehêlin."