Dewleta Tirkiyeyê warên sîvîlan bomberdûman dike

Dewleta Tirk a dagirker ji 20’ê Çileyê û vir ve li herêma Efrînê cih û warên sîvîlan bomberdûman dike

Îro jî gundê Derbalût ê Cindirêsê û Girê Dewa ji aliyê balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker hatin bomberdûmankirin.

Di heman demê de li gundê Derbalût di navbera şervanên QSD’ê û hêzên dagirker ên Tirkiyeyê şer çêbû.

Artêşa Tirk top avêt îstasyona avê ya li gundê Kefer Sefre yê Cindirêsê. Berê jî îstasyona avê ya li gundê Metîna yê Şera bûbû hedefa topan.

Hêzên dagirker bi topan êrîşî gundê Miskê yê Raco, gundên Enhecereya Mezin û Enhecereya Biçûk ên Mabatayê kirin.

Di êrîşan de sîvîl, marên sîvîlan dibin hedef. Heta niha nêzî 150 sîvîl ji ber êrîşan mirin û bi sedan sîvîl jî birîndar bûn. Hin tax bi temamî hatin rûxandin.

Li gundê Omer Simo yê Şerayê sê gundî ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wan hatin revandin. Hat ragihandin ku kesên hatine revandin Mehmûd Mihemed Xedro (46), Henîf Welîd Welo (42) û hevjîna wî Ceylan Îmad Mihemed (33) in. Aqûbeta gundiyan nehate hînbûn. Artêşa Tirk berê jî gelek êşkence li sîvîlan kiribû.

Ji ber bomberdûmanê li Racoyê bi sedan mal, kargeh, dibistan û firneyên li bajêr hilweşiyan. Firne, erdên çandiniyê, avahiya Heyva Sor û navendên tendirustiyê bûn hedefa bomberdûmanan. Kolana Bazarê ya navçeyê jî ji ber êrîşan bûye kavil.

Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ji ber bomberdûmana balefirên şer ên Tirkiyeyê li taxekê bi kêmanî 200 mal hatibûn hilweşandin. Li Taxa Jêr 400 mal hebû, Kurd û Ereb li vê taxê dijiyan.