BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 23'AN DE YE

Berxwedana Serdemê ya li Efrînê di roja 23'an de ye. 2 helîkopterên artêşa Tirk a dagirker duh (10'ê Sibatê) hatin xistin. Êrîşên bi balafirên şer didomin. Hûn dikarin rewşa dawî ji bloga me ya zindî bişopînin.

23:57

Heyeta Parlementoya Başûrê Kurdistanê gihişt Efrînê

Heyeta Parlementoya Başûrê Kurdistanê gihişt Efrînê. Heyetê diyar kir ku ew ji berxwedana Efrînê serbilind in.

 

22:30

Li Şerayê 23 leşker hatin kuştin

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wên yên li dijî gundên Dersuwan, Ereb wêran ê Şiyê û Girê Şîmşekê hate şikandin. Di şer de bi kêmanî 23 leşker û çete hatin kuştin.

 

21:54

Şervanên QSD’ê li Ezazê bi çekên giran li artêşa Tirkiyeyê ya dagirker da û li vê derê baregeheke wan bi temamî hate rûxandin.

Hat diyarkirin ku di vê çalakiyê de 4 tankên artêşa Tirk a dagirker hatin rûxandin û 5 leşker hatin kuştin.

21:37

Artêşa Tirk a dagirker gundên Senarê, Merwaniye, Tetara û Hec Hesna yê Şiyê bomberdûman dike.

19:35

 Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker derdora gundên Axcele, Kefer Sefra û Baflûrê yên girêdayî herêma Cindirêsê bombebaran kirin.

17:34

Şervanên QSD’ê kepçeyek û wesayîteke din a dagirkeran îmha kir
Hate ragihandin ku li girê gundê Uga yê navçeya Bilbilê şervanên QSD’ê kepçeyek û wesayîtekî leşkerî ya dagirkeran rûxandin.
 

17:26

Derket holê ku tankeke artêşa Tirk a li gundê Şêxurxê yê Efrînê îro destê sibehê hatiye îmhakirin.

17:18

QSD’ê bîlançoya roja 23’an eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku 11 leşkerên Tirk û 21 çete hatine kuştin.

 

16:35

QSD: Di nava hefteyekê de 130 leşkerên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şer ya dîroka 1-8’ê Sibatê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di nava hefteyekê de 130 leşkerên Tirk hatine kuştin.

 

14:04

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên El Qaîdeyê topan diavêjin gundê Mosaka yê navçeya Raco ya Efrînê.

13:32

Balafirên şer ên Tirk bombeyan li gundên Cindirêsê dibarînin

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li gundên Axcelî û Baflore yên navçeya Cindirêsê ya Efrînê dibarînin.

Bomberdûman hê jî dewam dike. Agahiyek berfireh ji herêmê nehat bidestxistin.

13:16

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li ser Efrînê digerin.

13:16

Li Şerayê derba giran li hêzên dagirker hate xistin

Li gundên Dêrsiwanê û Erap Wêranê yên navçeya Şera ya Efrînê, derba giran li hêzên dagirker hate xistin. Gelek leşker û çete hatin kuştin.

 

12:30

Li gundên Dêrsiwanê û Erap Wêranê yên navçeya Şera ya Efrînê di navbera artêşa Tirk/çeteyên wê û şervanên QSD'ê de şerekî dijwar diqewime. Derbên giran li artêşa Tirk a dagirker tên xistin. -ANHA

11:42

Artêşa dagirker a Tirk dîsa li sivîlan da

Artêşa Tirk a dagirker ji doh danê evarî ve gundên Hecemena, Mesaka, Kure, Qude, Cela û  Şediya yên bi ser navçeya Efrîn Racoyê bomberdûman dike. 

Hat ragihandin ku hedefa êrîşan gund û sivîl bûne û di encamê de şehîd û birîndar hene.

Ji aliyê din ve li gundê Heciskendarê yê bi ser Cindirêsê ve di navbera artêşa Tirk a dagirker û şervanên QSD'ê de şerekî dijwar diqewime.

11:01

Li gundê Hac Îskender ê navçeya Cindirêsê ya Efrînê şerekî dijwar diqewime.

10:51

 

10:51

 

10:51