Qaşo li Efrînê sivîl nînin

Parka azadiyê ya Efrînê tevî şer jî bi welatiyan tijî ye. Efrînî li gel bomberdûman û êrîşên giran jî bi xwe û şervanên xwe piştrast in.

Dewleta Tirk ku bi koalîsyona AKP-MHP-Ergenekonê bi serkêşiya dîktator Erdogan ve tê birêvebirin, 24 roj in bombeyan li Efrînê dibarîne. Tevî vê yekê jî Efrînî cih û warê xwe naterikînin û li gel şert û mercên şer, jiyana xwe ya rojane didomînin.

Dema ku em li navenda Efrînê digerin, em berê xwe didin Qada Azadiyê û diçin cem mirovên li vê qadê li hev civiyane. Em propaganda dewleta Tirk ku dibêje, "Li Efrînê kes nîne, ew terorîst in" bi bîr dixînin û mafê axaftinê didin wan.

Kerîm ê ji gundê Moseke yê Racoyê destnîşan dike ku dawî li derewên dewleta Tirk nayê û dibêje, "Gelo ewqas mirovî nabînin ku bi balafiran bombeyan li navenda bajêr dibarînin. Ev gel wê ji vir neçe, wê timî li vir be. Kes wê cih û warê xwe neterikîne."

MALA ME HILWEŞANDIN, DÎSA JÎ EM LI VIR IN

Mala Elmas ê ji Cindirêsê ji ber êrîşên dewleta Tirk hilweşiya ye. Neçar maye ji gundê xwe derkeve. Wiha dibêje, "Te mala me xera kir, kir xirbe. Tevî vê yekê jî em ê dest ji cih û warê xwe bernedin. Efrîn a me ye. Tu çiqasî êrîş dike bike, em ê vê derê neterikînin. Heta dawiyê em bi şervanên xwe re ne. Gelo tu fedî nake ku radibe mirîşkan didize. Tuyê nikaribe şaxekî bi tenê yê zeytûnê jî bi xwe re bibe."

EM HEMÛ YEK IN, EM Ê WAN JI VIR BIQEWIRÎNIN

Celal ê ji gundê Basûlê destnîşan dike ku yek tenê jî ji wan bimîne wê serî netewînin û dibêje, "Em hemû yek in. Ne weke serdema Şêx Seîd in. Heta ku dijmin biqewirînin em ê hemû bi hev re li ber xwe bidin. Kes nikare bi me."

ZAROK JÎ BI HEMAN RENGÎ DIFIKIRIN

Zarokên li parkê dilîzin jî bi heman rengî difikirin. Mûhammed ê 6 salî dibêje, ew ji çeteyên Erdogan natirse.

Viyan a biçûk ku mala wan a li gundê Şêxorzê hilweşiya ye dibêje, "DAÎŞ'ê mala me xera kir, her tiştên me dizî. Ketin nava gundê me, lê heval hatin û ew derxistin."

Zarok hemû bi hev re dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" diqîrin.