Artêşa Tirk li Efrînê 3 sivîl revand
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku bê navber êrîşî Efrînê dikin, li navçeya Şerayê 3 sivîl revandin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku bê navber êrîşî Efrînê dikin, li navçeya Şerayê 3 sivîl revandin.
Li gorî nûçeya ANHA'yê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, artêşa Tirk a dagirker li gundê Omer Sîmo yê navçeya Şerayê welatiyên bi navê Mehmûd Mihemed Xedro (46), Henîf Welîd Welo (42) û hevsera wî Ceylan Îmad Mihemed (33) revand.
Nayê zanîn bê welatiyên hatine revandin birine ku derê û çi bi serê wan hatiye.