Efrîniyan peyam dan her kesî: Em Kurd yek in

Li ekranên li navenda bajêr dîmenên çalakiyên YPG/YPJ'ê tên weşandin. Şer bûye parçeyek ji jiyana rojane.

Li bajarê Efrînê û gundên derdorê dengê bomberdûmana artêşa Tirk kêm nabe. Bomberdûman di roja 24'an de ye. Dengê teqînê ji danê sibehê heta nîvê şevê dewam dike. Balafirên şer timî li herêmê difirin. Li gund û girên Efrînê şerekî dijwar diqewime.

Eşkere ye ku artêşa Tirk derbên giran dixwe, gelek leşkerên Tirk tên kuştin û rayedarên dewleta Tirk û medya wê nikarin şerê psîkolojîk li gorî dilê xwe bikin. Gelê Efrînê bi biryar in ku li ser axa xwe, li welatê xwe bi berxwedanê bijî. Jiyana rojane ya li bajêr dewam dike. Ji aliyekî ve amadekarî ji bo eniya şer tê kirin, li aliyê din jiyana rojane. Esnaf dikanên xwe vedikin, welatî jî li nava bajêr tişta jê re pêwîste dikirin. Zarok û extiyar jî li parkan e...

Li ekranên li navenda bajêr dîmenên çalakiyên YPG/YPJ'ê tên weşandin. Şer bûye parçeyek ji jiyana rojane. Em dixwazin ji welatiyên li derve ne li ser rewşa heyî li nêrîna wan bipirsin. Efrînî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk gelekî bi hêrs in. Gelekî hişk diaxivin. Kurdên li parkê rûniştî banga yekîtiyê li Kurdan dikin û dibêjin: "Em ê ti carî dest ji Efrînê bernedin. Balafir û topên dewleta Tirk wê nikaribin me bitirsînin û birevînin. Çiqasî êrîşî me bikin jî em ji wan natirsin. Bi destûra Xwedê em ê bi ser bikevin. Bila Erdogan nefikire ku wê bikeve axa pîroz a Efrînê. Divê Bakur, Başûr, Rojhilatê Kurdistanê rabin ser piyan. Gelê Kurd divê vê yekê qebûl neke. Em Kurd yek in, li ku di bin bila bibin em yek in. Serketin, serketin."

Efrîniyekî din jî ji dewleta Tirk û Erdogan re dibêje, "Ez nizanim bê ji me çi dixwaze. Em li ser axa xwe ne. Ew kafir e, ti eleqeya vî bi Misilmantiyê nîne. Eger hinekî însanetî pê re hebûya wê ev nekiriba."

Efrîniyekî ji navçeya Bilbilê bang li gerîla dike û dilsoziya xwe ya bi warê xwe re wiha tîne ziman: "Min ji Bilbilê koçî navenda Efrînê kir. Erdogan bi kîjan çekê êrîş dike bila bike wê bi ser nekeve. Ez dixwazim şervanên me bi pêş ve biçin, gelê me rabe ser piyan. Divê em li cem şervanên xwe bin. Heta dilopa dawî ay xwîna xwe em ê dest ji axa xwe bernedin. Serketinê ji YPG û YPJ'ê re dixwazim. Dixwazim ku şervanên li çiyê şer dikin jî bên alîkariya me."

Efrîniyekî din jî heman peyamê dide: "Bila Xwedê bi şervanên me re be. Em ê dest ji axa xwe bernedin, ev erd ji bo me pîroz e. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li vir bin. Serketin ji YPG û YPJ'ê re."

Dema ku me hevpeyvîna xwe ya li kolanê qedand Efrîniyek dixwaze em mîkrofonê bidin wî û biryardariya bi berxwedanê bi van gotinan tîne ziman: "Bila Erdogan zanibe, li şûna her zarokeke/î me yên şehîd bikeve wê 10 kes biçe. Li şûna her maleke tê xerakirin em ê 100 xaniyên din çêbikin. Li şûna her dareke zeytûnê ya tê şewitandin, em ê 500 darên nû biçînin. Em ê hemû alîkariyê bidin hev û em ê nehêlin Efrîn bê şewitandin. Wê nikaribin bên vê derê."