QSD: Di nava 23 rojan de 862 leşkerên Tirk û çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya  QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 23 rojan a ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku heya niha 862 leşkerên Tirk û çete hatine kuştin.

Navenda Ragîhandinê ya QSD’ê bîlançoya ‘Berxwedana Serdemê’ ya 23 rojan bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand. QSD diyar kir ku “Di êrîşan de  180 sivîl şehîd bûne, 413 birîndar bûne, her wiha 98 şervanên QSD’ê şehîd bûne.  862 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatine kuştin.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya  QSD’ê wiha ye:

“Êrîşa dewleta Tirk û komên tundrew a li dijî herêma Efrînê saet di 17.00’a ji roja 20’ê Çileya 2018’an de dest pê kir û heta îro jî didome. Bingehên encam û detayên êrîşê ji roja yekem û heta niha wiha ne:

SIVÎLÊN KU ŞEHÎD BÛNE

Artêşa Tirk a dagirker bi balefir, tank, fuze û hemû çekên giran jîngehên sivîlan kir hedef. Di encamê de 180 welatiyên sivîl ku piraniya wan jin, zarok, kalepîr şehîd bûn. Navên wan hemûyan li nexweşxaneyên Efrînê hatin belgekirin.

SIVÎLÊN KU BIRÎNDAR BÛNE

Di encama êrîşan de heta niha 413 welatiyên sivîl ku zarok û jin jî di nav de birîndar bûn. Navên wan jî di lîsteyên nexweşxaneyan Efrînê yên fermî de hatin belgekirin.

ŞEHÎDÊN ME

Di berxwedana qehremanî û şerê rûbirû de ya ku şervanên me li dijî êrîşkaran pêk anîn, 98 şervanên me şehîd bûne.

KUŞTIYÊN DIJMIN

Di van êrîş û çalakiyên hêzên me de, 862 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin. Ev hejmar ku ji aliyê şervanên me ve hatine tespîtkirin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Dewleta Tirk a dagirker 668 êrîşên hewayî û bombebaranên bêserûber li ser herêmên sivîl pêk anîn. Binesaziya bajar û navenda ava vexwarinê, dibistan û cihên xwedîkirina mirîşkan bûn hedef.

ÊRÎŞÊN BI HELÎKOPTERAN

 Hêzên dijmin 16 caran bi helîkopteran êrîş pêk anîn. Hemû êrîşên dijmin li dijî herêmên sivîl û binesaziya herêmê pêk hat.

TOPBARANA BI ÇEKÊN GIRAN

 Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan 2 hezar û 645 caran êrîşên bi hemû cûreyên çekên giran û tankan pêk anîne.

ŞERÊ RÛ BI RÛ

Hêzên me rû bi rû 409 caran bi dijmin re şer kir. Di heman demê de 108 caran bi dijmin re kete nava şerê giran û encamên wê nehate bidestxistin.

XISTINA BALEFIRAN

 Hêzên me ji destpêka êrîşa li ser Efrînê 2 helîkopterên dijmin xistin.  Helîkopterek Kobra bû û ya din jî Skorskî bû ya ji bo veguhestina leşkeran dihat bikaranîn. Di herde helîkopteran de 11 leşkerên Tirk ku fermandar jî di nav de ne, hatin kuştin.

Her wiha hêzên me balafireke keşfê ya Drone û yek jî ya Bayraktar xistin xwarê.

TANK Û PANZERÊN KU HATINE RÛXANDIN

Hêzên me 51 alavên ku ji tang, panzêr,wesayîtên  leşkerî rûxandin. Hêzên me her wiha 15 wesayîtên ku di nava wan de tank û panzer jî hene, derbkirin.