Di êrîşên artêşa Tirk a dagirker de 7 sivîl birîndar bûn

Di encam êrîşa artêşa Tirik a dagirker a li ser Efrînê de 7 sivîl birîndar bûn.

Artêşa dagirker kargeheke çêkirina zeyta zeytûnan a li navçeya Mabetayê hedef girtin, di encamê de welatiyên bi navên ″Mihemed Ehmed Casim (20) koçberekî ji Bûkemalê ye, Hisên Mihemed Elo (32) û Demhat Reşîd Elo (21) ji gund Domliya, Celal Ibrahîm Seydo (24) ji gundê Ebdane û Mihemed Ehemd Behrî (47) ji gundê Şêxotkta″ birîndar bûn.

Her wiha di encama topbaranê de li gundê Kefer Nasih ê ji navçeyê Mabeta welatiyê bi navê Mihemed Selûm Şermox (23), li gundê Hêcka yê navçeya Şiyê jî welatiyê bi navê Hisên Silêman (37) birîndar bûn.

Birîndar rakirine nexweşxaneyên li Efrînê û tên dermankirin.