BERXWEDANA EFRÎNÊ DI ROJA 51'Ê DE YE

Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê di roja 51'ê de ne. Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe nêzî navenda bajêr bûn ku bi sed hezaran sivîl lê ne. Ji bo pêşî li komkujiya sivîlan bê girtin bang li cîhanê tê kirin. Li gelek welatan çalakî tê kirin.

21:13

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê Maratê yê Efrînê û Çiyayê Leylûnê ê Şerawa bomberdûman kir.

20:10

Balefirên şer ên Tirkiyeyê Efrîn bomberdûman kir

Balefirên şer ên Tirkiyeyê navenda Efrînê bomberdûman kir.

 

19:52

Balafirên Tirk rêya Efrîn-Cindirês a li başûrê bajarê Efrînê bombebaran dike.

 

19:22

Gelê Rojava ji bo Efrînê daketin qadan

Bi sed hezaran welatiyên Kobanê, Amûdê, Girê Spî, Dirbesiyê, Serêkaniyê, Tirbespiyê û Qamişlo ji bo xwedîderketina Efrînê daketin qadan û ‘Berxwedana Serdemê’ silav kirin.

 

18:14

Li ser malpera Qesra Spî ji bo Efrînê kampanyaya îmzeyan dest pê kir

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li ser malpera Qesra Spî kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin.

 

17:40

Li gundên Çeqmaqa Jêrîn û Jorîn ên herêma Racoyê, li gundê Elemdara, Kewkeba û Tepe yên herêma Cindiresê û li gundê Şadirê yê navçeya Şêrawa şerekî dijwar di navbera şervanên QSDʹê û Artêşa Tirk a dagirker de rû dide.

17:18

QSD: 95 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya roja 51’ê ya ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di 24 seatên dawî de 95 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin.

 

15:03

Rêveberiya Xweser a Efrînê bang li Konseya Ewlekariyê kir

Rêveberiya Xweser a Efrînê ji bo pêşî li dewleta Tirk a ku li Efrînê sivîlan dikuje bê girtin, bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir.

Daxuyanî li Xaçerêya Newrozê ya li Efrînê bi beşdariya bi sedan kesî hate dayin. Hevserokê Meclîsa Rêveber a Efrînê Osman Şêx Îsa bi navê Rêveberiya Xweser daxuyanî da.

Şêx Îsa bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo pêşîgirtina li komkujiyên li ser gelê Efrînê bikeve nava liv û tevgerê.

Di dema dayina daxuyaniyê de balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmê geriyan.

14:11

 

13:47

 

13:05

Artêşa Tirk a dagirker topan diavêje gundê Basile yê Şerawa

Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe topan diavêje gundê Basile yê navçeya Şerawa ya Efrînê.

13:03

 

12:51

 

12:04

 

10:07

Êrîşên hewayî yên li ser navenda bajarê Efrînê dewam dikin. Li ser encamê êrîşan agahiyeke zelal bi dest neket.

10:07

 

08:48

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombeyan li navenda bajarê Efrînê dibarînin.

08:47

 

08:32

 

07:39

 

07:07

Yûsif: Divê gelê Kurd û dostên wan li dora Efrînê bibin yek

Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Yûsif, li dijî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê banga seferberiyê li Kurdistaniyên li çar parçeyan û li derveyî welat kir.

 

06:22

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombeyan li derdora Efrînê dibarînin.

06:21

 

06:20

 

06:19

 

06:18

Bi nêzîkbûna artêşa Tirk a dagirker a li navenda Efrînê re rîska komkujiya sivîlan zêde bû. Li gel bangên hatin kirin li 51 bajarên Ewropayê Kurdistanî û dostên wan daketin qadan. Li gelek cihan çalakî dewam dikin. Çav li rê ye ku çalakiyên li derveyî welat sibe îro hê bi girseyî dwam bikin.

06:17