QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawîn a Berxwedana Serdemê eşkere kir

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya QSD‘ê bi daxuyaniyekê encama operasyonên leşkerî yên 24 saetên dawî yên li Efrînê eşkere kir.

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya QSD‘ê bi daxuyaniyekê encama operasyonên leşkerî yên 24 saetên dawî yên li Efrînê eşkere kir.

Di daxuyaniyê ev agahî hatin dayîn:

“Tevî ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biryara 2401 ya agirbestê derxistiyê ku divê hemû alî pêk bînin, lê dewleta Tirk hê jî biryarên navneteweyî bin pê dike û bi çekên giran û êrîşên hewayî êrîşî gelê me dike. Li ser vê yekê hêzên me neçar in ku li hemberî van dijminan mafê parastina rewa bi cih bînin.

EFRÎN

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên berdewam e yên li ser deverên sivîlan ku hemû pîvan û qanûnên mirovî binpê dike. Gundê Qîbar duh rastî êrîşên bi çekên giran hat, her wiha êrîşên hewayî jî heta saetên bi şev dewam kir.

Îro sibehê, li derdora gundê Xalta di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şerê bi hemû dijwariya xwe rû dest pê kir û heta kêliya amadekirina vê raporê didome.

Artêşa Tirk a dagirker ji saetên serê sibehê ve bi çekên giran gundê Domikê kir hedefa xwe.

ŞERA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê (Cebhet El-Nusra/ DAIŞ) hewl dan li eniya gundê Meryemînê pêş de biçin, hêzên me bersiva hewldanê dan. Di encamê de, di saetên piştî nîvro de şer derket. Şer li vir heta saetên bi şev dewam kir. Hêzên me 5 wesayîtên leşkerî îmha kirin û 33 leşker û çete hatin kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker vê sibê, hewl da li eniya gundê Kefer Romî û Qorteqlaq pêş de biçin. Hêzên me bersiva hewldanên wan didin, şerê li vê eniyê heta kêliya amadekirina raporê didome.

CINDIRÊSÊ

Duh bi şev li derdora gundê Korayê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker şer rû da. Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û bi balafiran êrîş kir.

Duh bi şev, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê Celemê, Çeqala û Comî bombebaran kir. Bombebaran heta saetên derengî şevê dewam kir. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê top avêtin Gundên Îska û Kefer Zeyta.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibehê hewl dan li eniya gundê Kanî Korkê pêşde biçin, hêzên me bersiva wan didin. Şer heta vê kêliyê didome.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji sibehê ve topan davêjin gundê Telfî.

Hêzên me diyar kirin ku di şerên li gundên Kefersefara, Kefer Zeyta, Kora û Qorta de, 60 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çete hatine kuştin.

ŞIYÊ/ ŞÊX HEDÎD

 Li derdora gundên Tormîşaka û Şikefta şer rû da, li vir 7 leşker hatin kuştin.

Di şerê li gundên navborî jî de 20 leşker hatin kuştin.

BILBILÊ

Ji saetên sibehê ve, li derdora gundên Berkaşa, Qaşa, Bîbka û Qatayê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şer rû dide.

Di şerê li gundên Qaşa û Qatayê de 35 dijmin hatin kuştin, şerê li gundên Sariya û Bîbaka heta vê kêliyê didome. Agahî hene ku 14 leşker û çete hatine kuştin.