Gelên Rojava ji bo Efrînê daketin qadan

Bi sed hezaran welatiyên Kobanê, Amûdê, Girê Spî, Dirbesiyê, Serêkaniyê, Tirbespiyê û Qamişlo ji bo xwedîderketina Efrînê daketin qadan û ‘Berxwedana Serdemê’ silav kirin.

Îro gelê Rojavayê Kurdistanê ji bo xwedîderketina li Efrînê û şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker rabûn ser piyan û daketin qadan.

KOBANÊ

Bi hezaran welatiyên kantona Kobanê, şandeya ji Başûrê Kurdistanê bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk ên li Efrînê, li qada Jina Azad a bajêr kom bûn. Welatiyan  alayên YPG, YPJ û QSD‘ê hildabûn û pankartinê şermezarkirina kuştina sivîlan, bêdengiya raya giştî ya li hemberî êrîşan û silavkirina berxwedana Efrînê vekiribûn.

Meşa gel  li qada Şehîd Egît veguherî mîtîngê, li vir piştî rêzgirtinê, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Herêma Firatê Fewziyê Ebdî axivî. Fewziyê got, “Ji xaka berxwedana sedsalê ya Kobanê em Berxwedana Serdemê ya gelê Efrînê silav dikin. Tirkiyê di êrîşên xwe yên li ser Efrînê, mirov û kevir nas nake, rojane komkujiyan pêk tînin û bi balafirên xwe sivîlan dikuje.”

DIRBESIYÊ

Gelê navçeya Dirbêsiyê jî, li ser banga TEV-DEMʹê ya derketina kolanan û lidarxistina xwepêşandinan rabû ser piyan. Meş ji navenda YCRʹê dest pê kir û ber bi Qada Şehîdan ve domiya. Meşvanan alên YPG/YPJʹê hildan û dirûşmeyên ʺBijî Berxwedana Serdemêʺ qîr kirin.

Li qadê deqeyek rêz hat girtin, piştre li ser navê Meclîsa navçeyê Ebdullah Şêxî, Hevseroka Kantona Hesekê Semer Ebdullah, bi navê ciwanan Dilbirîn Şêxika û bi navê midûriyeta Perwerdeyê Cûlyana Dawid axivîn.

Axaftvanan  êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêma Efrîên şermezar kirin û diyar kirin ku dagirkeran tevî hemû cûreyên çekên pêşketî nikarîbûn vîna gelê Efrînê bişkînin.Her wiha dan zanîn ku bi saya berxwedana gel û şervanên YPG/YPJʹê êrîş têk diçin û Efrîn bi ser dikeve.

Meş bi dirûşmeyên ʺBijî berxwedana Efrînêʺ bi dawî bû.

AMÛDÊ

Li ser banga seferberiyê, şêniyên navçeya Amûdê ya girêdayî Kantona Qamişlo li pêşiya navenda YCRʹê kom bûn û ber bi Qada Jina Azad ve meşiyan. Meşvanan wêneyên zarokên Efrînê yên ku bi destê dagirkeriya Tirk hatine kuştin, alên YPG/YPJʹê û pankartên ʺEfrîn bi ser dikeveʺ, ʺBimire Erdoğanʺ, ʺNa ji dagirkeriya Tirk reʺ hildan.

Li qadê deqeyek rêz hat girtin, piştre bi navê Kongreya Star Fatma Silêman axivî, bang li gelê Rojava kir ku li hember dagirkeriya Tirk rabin serhildanê û piştgiriyê bidin Berxwedana Serdemê.

Meş bi dirûşmeyên ʺŞehîd namirinʺ û ʺBijî Berxwedana Serdemêʺ bi dawî bû.

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî Efrînê li ber Komîseriya Karûbarên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) kom bûn.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo li ser banga seferberiyê û bi armanca şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê xwepêşandanek lidar xistin û li hemû kolanên bajar geriyan. Xwepêşandan herî dawî li ber Komîseriya Karûbarên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî rawestiyan.

Gelê Qamişlo bêdengiya navdewletî û komkujiyên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser sivîlan pêk tê şermezar kirin.

SERÊKANIYÊ

Bi hezaran şêniyên bajarê Serêkaniyê ji bo piştgiriya gelê Efrînê û şermezarkirina êrîşên Dewleta Tirk a dagirker, daketin qadan.

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê, li seranserê Rojava, Başurê Kurdistan û Ewrupayê qel daketin qadan. Yek ji van cihên ku ji şevê din ve li ser piyane jî Serêkaniyê ye. Gelê Serêkaniyê ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar bikin daketin qadan.

Girseya ku derketî qadan alên YPG/YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Öcalan bilind kirin û dirûşmeyênʺBijî Berxwedana Efrînêʺberz kirin û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.

TIRBESPIYÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê bi meşekê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li ser Efrînê şermezar kirin û piştgiriya xwe bi berxwedana gel re anîn ziman.

Girseya gel, ji ber navenda Kongreya Star a navçeyê dest bi meşê kirin û li nava Sûka navendî dewam kir. Meşvanan alên YPG û YPJ‘ê hilda bûn û dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê berz dikin.

Meş li deriyê ketina navçeyê yê rojava veguherî mîtîngê, li vir ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hategirtin. Di axaftinan de êrîşên dagirkeyê hate şermezarkirin û ‘Berxwedana Serdemê’ hate silavkirin.

Meşa gel bi dirûşmeyan bi dawî bû.

GIRÊ SPÎ

Bi sedan ji pêkhateyên Girê Spî Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen bi armanca destekdayîna Berxwedana Serdemê  meşek lidarxistin û êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin.

Bi sedan şêniyên kantona Girê Spî li ber çerxeriya El-Elem a bajar kom bûn û bi dirûşmeyên bijî berxwedana Efrînê dest bi meşê kirin.

Meş li hemû kolanên sereke dewam kir û li çerxeriya El-Qefes veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de axaftin hate kirin û mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.