Abdullah: Divê li dijî qirkirinê her kes têkeve nava çalakiyan

Hevserokê TEV-DEM’ê Abdullah: Dibe ku li Efrînê qetlîamên pir mezin bên kirin, divê ji bo wê her kesê li cihê lê rabe ser lingan û çalakiyan xurt bike.

Hevserokê TEV-DEM’ê Asya Abdulla ya bang kir ku her kes li cihê lê ji bo pêşiya qetlîamên dewleta Tirk a li ser Efrînê pêk bîne dakeve qadan got: “Divê her kes bi lezgînî û hewarî li hemberî qetlîam û qirkirinê ku jin û zarok jî di nav de ku li Efrînê pêk were rabin ser lingan û çalakiyan xurt bike. Dibe ku li Efrînê qetlîamên pir mezin bên kirin, divê ji bo wê her kesê li cihê lê rabe bikeve nava çalakiyan.”

KCDK-E bi daxuyaniyekê di serî de bang li hemû Kurdên li Ewropa û her deverê lê dijîn li dijî qetlîam û qirkirinê rabin ser lingan.