KCK'ê ji bo Efrînê bang kir: Roj roja serhildanê ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bang li Kurdan, gelên cîhanê û endamên timî yên NY kir ku bi xurtî bikevin dewrê û pêşî li dagirkeriyê bigirin. KCK'ê got, "Ji bo gelê me roj roja serhildanê ye."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi bîr xist ku êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê di roja 51'ê de ye. KCK'ê dest nîşan kir ku armanc ji van êrîşan, qirkirin e.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Faşîzma AKP-MHP'ê ev 51 roj in ji bo dagirkirin û qirkirinê êrîşî Efrînê dike. Bi rêya vê dagirkeriyê tê xwestin, sîstema demokratîk a li Efrînê ji holê were rakirin, civaka Kurd ji cih û warê xwe bê kirin û bê qirkirin. Bi vê armancê, bi binpêrkirina hemû pîvanên şer bombe li gund û bajaran hatin barandin û bi sedan jin, zarok, sivîl hatin kuştin. Daristanên zeytûnê ku bi kedeke mezin hatin avakirin, hatin rûxandin. Ev êrîşa dagirkirin û qirkirinê li pêş çavên mirovahiyê tê kirin. Bajarek ji aliyê duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê ve bi çekên gelek dewletan tê tinekirin. Mîna ku şer di navbera du dewletan de diqewime li vê êrîşê temaşe dikin û hewl didin rewa nîşan bidin. Hemû hêzên ku çekan didin dewleta Tirk, bi taybetî endamên timî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi helwesta xwe bûne hevparê vî sûcî."

'RÛSYAYÊ BI VEKIRINA QADA HEWAYÎ BÛ ŞIRÎKÊ QIRKIRINÊ'

KCK'ê destnîşan kir ku gelê Efrînê bexçeyê xwe yê zeytûnan û axa xwe û bedewiya xwezayê ye li dijî DAÎŞ'ê, El Nûsra û hemû çeteyên li dijî mirovahiyê parast û wiha dewam kir: "Êrîşên çeteyên li derveyî mirovahiyê bi dayina berdêlên giran hatin şikandin. Dişerê dijî DAÎŞ, El Nûsra, Ahrar El Şam û hemû çeteyên din de bi hezaran ciwanên xwe şehîd da. Ji ber ku DAÎŞ û El Nûsrayê nekarîn ji van êrîşan encamê bigirin, vê carê faşîzma AKP-MHP'ê ya ku bi salane çeteyan xwedî dike û destekê dide, yekser êrîş kir. Yên ku destekê didin DAÎŞ'ê û El Nûsra êrîşî yên ku li dijî DAÎŞ û El Nûsrayê li ber xwe dan û berdêl dan dikin. Rûsya ku dibêje li dijî DAÎŞ û El Nûsrayê ye, bi bazareke gemarî destûra vê êrîşê da û bi vekirina qada hewayî ya Sûriyeyê li Tirkiyeyê, bû şirîkê vê dagirkerî û qirkirinê. DYA ku hevparê herî mezin ê koalîsyona li dijî çeteyên DAÎŞ û El Nûsrayê ye, diyar kir ku qirkirin û dagirkirina Efrînê ku di şerê dijî DAÎŞ û El Nûsra de berdêlên giran da, wan eleqedar nake û bi vî rengî êrîşa faşîzma AKP-MHP'ê normal û meşrû kir. Bi vî rengî xelat dan dewleta Tirk û piştevanê DAÎŞ û El Nûsra ye û hêzên li dijî DAÎŞ û El Nûsrayê li ber xwe dan, bi qirkirinê ceza kirin. Ev rastî, di helwest û têkiliyên siyasî yên cîhanê de rewşa herî pûç û riziyayî ya dîroka mirovahiyê raxist pêş çavan."

'DIVÊ BEND BÊ DANÎN'

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Gelê Efrînê, li dijî êrîşên dagirkeriyê ku bi teşwîqa NY, Rûsya, DYA û gelek hêzên din tê kirin, berdêlên giran da û ev 51 roj in bi lehengî li ber xwe dide. Ji bo pêşîgirtina li qirkirinê ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP bi gotina 'ew der ne ya Kurdan e' hewl dide bike, gelê Efrînê bêyî ku ji hêzekê destekê bigire, li dijî teknîka herî pêşketî welatê xwe diparêze. Di nava vê newekheviya hevsengiya hêzê de, bi rengekî ku heta niha ti gelî li ber xwe nedaye, li ber xwe dide. Di rewşa heyî de, divê tevahiya gelê Kurd, gelên cîhanê, hêzên demokratîk û endamên timî yên Neteweyên Yekbûyî bi xurtî bikevin dewrê û li ber vê dagirkeriya ji bo qirkirinê tê kirin bendê deynin û rawestînin. Bi taybetî gel û hêzên demokrasiyê divê hêza xwe nîşan bidin û weke berpirsyariyeke dîrokî pêşî li vê êrîşa li derveyî mirovahiyê ya desthilatdariya faşîst bigirin.

Gelê Kurd ji bo pêşî li van êrîşên ji bo dagirkirinê bigire ketiye nava liv û tevgerê. Gelê me yê li Ewropayê ji roja destpêkirina êrîşên dagirkeriyê ve bi xurtî dadikeve qadan û çalakiyan dike. Xuya ye ji bo raya giştî ya cîhanê û wijdanê wan rakin ser piyan, divê çalakiyên hê bi bandor, meşrû û demokratîk bên lidarxistin. Bê guman ne tenê gelê me û dostên wan ên li Ewropayê, divê gelê me yê li hemû parçeyên Kurdistanê û cîhanê li her derê rabin ser piyan. Gelê me yê li Ewropayê û çar aliyên cîhanê, ji bo Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê bixin nava liv û tevgerê, girîng e li ber van saziyan çalakiyên hê bi bandor li dar bixe. Ev yek êdî pêwîsteiyeke lezgîn û jiyanî ye."

BANGA ÇALAKIYÊ YA LI BER KONSOLOSÊ RÛSYA Û DYA’YÊ

KCK’ê bi taybetî bang kir ku li ber konsolosê Rûsya û DYA’yê çalaki were kirin: "Gelê me, dostên wan û hemû hêzên demokrasiye, heta ku êrîşên TC ya dagirker rawestînin, divê çalakiyên li ber konsolosên Rûsya û DYA’yê, ku rê li ber êrîşan vekirine, çalakiya xwe bidomînin."

KCK’ê got, "Ji bo pêşî li qirkirina li Efrînê were girtin, bi hezaran mirovên me yên Rojava û Başûrê Kurdistanê ku derfeta wan heye biçine Efrînê, divê bibe mertalê zindî û biçe Efrînê, li dijî vê qirkirinê dive xwe bike bend."

'JI BO GELÊ ME ROJA ROJ RABÛNÊ YE'

Di daxuyaniyê de herî dawî hate gotin:

"Li Başûrê Kurdistanê dagirkeriya dewleta Tirk heye. Bi gelek sazî û dezgehên xwe bûye hêzeke nû ya mêtinger. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê li dijî hêzên dagirker ên Tirk û saziyên wan divê li ser piyan bin. Jiyana azad û demokratîk a Kurdan û hebûna wan li parçeyê bi hev ve ye. Kurd li hemû parçeyan bi vê hişmendiyê li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê divê hemû derfetên xwe seferber bikin. Newroz ku hêza berxwedanê û bûneweriyê ya Kurdan e nêz dibe. Di serî gelê me yê Bakurê Kurdistanê li her deverê divê pêvajoya Newrozê îro bidin destpêkirin, bi rihê Newrozê divê li dijî dagirkeriya li ser Efrînê rabin ser piyan û li meydanan helwesta xwe nîşan bidin.  Ji bo gelê me, roj roja rabûnê ye. Heke îro nerabe ser piyan, gelê Efrînê û piştre jî hemû gelê Rojavayê Kurdistanê wê bi  qirkirinê re hevrû bibe. Hemû gelê me, dostên wan û hêzên demokrasiyê bi gotina ‘heke îro em ranebin, em ê kengî rabin ser piyan’ divê rabin û ji bo parastina wehaya demokrasiye ya Rojhialta Navîn, ji bo parastina pergala azadîxwaziya jinê, demokrat rabin ser piyan. Ev rabûn ne tenê ji bo gelê Efrînê ye, rabûna hemû gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê ya li dijî faşîzmê ye.

Bi baweriya ku faşîzma AKP-MHP’ê wê têk biçe, li Sûriyê û Rojhilata Navîn wê serdema demokrasiyê dest pê bike em bang li hemû mirovahiyê dikin ku berpirsyariya xwe bi cih bînin."