KCDK-E ji bo gelê Kurd û mirovahiyê ‘BANGA LEZGÎN’ kir

KCDK-E: Divê gelê me û dostên em yên li Ewropa dijîn, di vê qonaxa kirîtîk de dakevin qadan, nerazîbûnên xwe yên demokratîk bidin nîşandan, raya giştî ya Ewropa têxe tevgerê.

KCKD-E ya ku daxuyaniyek nivîskî parve kir, destnîşan kir ku êrîşên agirkeriyên dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên mîna El Nûsra, El Qaîde û DAIŞ’ê yên li ser Efrînê ev 50 roj derbas kir.

Di daxuyaniyê de bal hate kirşandin ku beriya êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker Efrîn ne bajarekî tenê ji bo Efrîniyan di heman demê de ji bo deh hezaran welatiyên Sûriyeyê yên ji ber şer revîn bûye sitargeh û cihekî armam. Hat destnîşankirin di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî ve ji bo koçberan kamp hatin avakirin û ev titş hate gotin:

“Êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê bi derketina Rûsya ya ji Efrînê û vekişandan leşkerên xwe yên li derdorî sînorê Efrînê re destpê kir û ev yek erê kir. Hevkariya DYA’yê jî ya li dijî DAIŞ’ê ku li gel Kurdan tevger dikir diyar kir ku Rojhilatê Firatê digire nava xwe, bibîr xistin ku wê mudaxeleyî dagirkeriya li ser Efrînê nekin, bi vê yekê re wê jî dagirkeriya Tirkiye erê kir.

Ji roja yekem a êrîşna ve Neteweyên Yekbûyî (NY) bûye hevkarê qetîlamên li ser sîvîlan, bomberdûmana war û jîngehên welatiyên sivîl û bomberdûmana gundan. Konseya Ewlekariya NY’yê ji bo parastina sivîlan ji şerê li Sûriyeyê du caran li hev civiyan e, lê di her du civînan de jî têkildarî Efrîn û sîvîlên li Efrînê ti biryar negirtine.

Dewleta Tirk ji NY, DYA û YE’yê tenê desteka siyasî nagire, di heman demê de ji bo êrîşên li ser Efrînê jî bike çekên NATO bikar tîne, balafirên DYA, bi tankên Leopard ên Elman êrîşan dike.

Li hemberî êrîşên dewleta Tirk û qetlîamên li ser sivîlan a ku NY, DYA û YE’yê ku bi gotina “Hesasyetên Tiurkiyeyê” çavê xwe li van digire raya giştî ya cîhanê û Ewropa bi ryên cuda nerazîbûnên xwe tînin ziman. Li dijî vê dagirkeriya Tirk raya giştî ya rojava li piştgiriya xwe ya ji bo gelê Krud û Efrînê dide nîşandan. Civaka rojava, çapemeniya rojava bi berxwedana Efrînê re di nava piştgiriyê de ye.

Ji bo hê xurtkirina vê piştgiriyê û ji bo tevgerkirina raya giştî ya Ewropa, sîyasetmedarên xwedî wijdan û saziyan wê bi hewldana gelê Kurd û hêzên demokrasiyê mimkun be.

Di roja 50’an de artêşa Tirk û komên çeteyên wê yên El Nûsra, El Qaîde û çeteyên DAIŞ’ê bi qasî 2 km nêzî Efrînê bûne. Îro gundên nêzî Efrînê û taxnên derveyî Efrînê ji aliyê balafirên şer ve bi dijwarî hate topbarankirin. Eger ku NY û hêzên navneteweyî bi lezgînî mudaxele neke, sivîl, jin, zarok û kal jî di nav de wê di qetlîameke mezin re rû bi rû bimînin.

Gelê Efrînê di vî şerê dijwar ê ne adilane û dij vîna mirovahiyê de berxwedaneke destanî raber kiriye û ev 50 roj in li dijî artêşa Tirk a dagirker ku duyemîn hêza NATO’yê ye bi qehremanî şer dike. Di kêliya niha de şerê li derdorî Efrînê bi temamî dijwar bûye û gihiştiya asta herî kirîtîk. Artêşa Tirk a dagirker destpêkê dixwaze bi balafiran bombe bike, qetil û talan bike, Efrîn vala bike û piştre jî bi temamî dagir bike.

Divê gelê me û dostên em yên li Ewropa dijîn, di vê qonaxa kirîtîk de dakevin qadan, nerazîbûnên xwe yên demokratîk bidin nîşandan, raya giştî ya Ewropa têxe tevgerê. Divê gelê me çalakiyên xwe yên ji roja destpêkê ve pêk anîn xurti bike û xwedî lê derkeve.

Efrîn ya Efrîniyane!

Heta ku dewleta Tirk a dagirker, çeteyên wê El Qaîde, El Nûsra û DAIŞ ji ser xaka Efrînê bi cehenime û biçe wê têkoşîna me bidome.”