Li Efrînê 48 saetên dawî 450 dagirker hatin kuştin
Li Efrînê ev du roj in şerekî gelekî giran diqewime. Hat ragihandin, van 2 rojên dawî 450 dagirker hatine kuştin.
Li Efrînê ev du roj in şerekî gelekî giran diqewime. Hat ragihandin, van 2 rojên dawî 450 dagirker hatine kuştin.
Dagirker ji artêşa Tirk û komên wê yên çete pêk tê. Li gorî nûçeya ANHA'yê, 48 saetên dawî 450 leşker û çeteyên Tirk li Efrînê hatin kuştin.
Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê ji 20'ê Çileyê ve dewam dikin. Di roja 51'ê de bomberdûmaneke giran li sivîlan tê kirin. Heta niha zêdeyî 200 sivîl ji ber êrîşên dagirkeran şehîd bûn û bi sedan birîndar bûn.