Federasyona Bakurê Sûriyeyê: Em ê heta serketinê li ber xwe bidin

Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bang li hemû gelan kir ku li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabin.

Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser bêdengiya saziyên navneteweyî ya li pêşberî komkujiyan û ji gelên li Ewropayê xwest ku ji bo rawestandina êrîşan zextê li saziyên navneteweyî bikin.

Daxuyaniya Desteya Rêveber a Federasyonê wiha ye:

"Êrîşa dagirkeriya Tirk li ser herêma Efrînê 50 roj li dû xwe hişt. Roj bi roj berxwedana gelê Efrînê li hember van êrîşan zêde dibe û serketin bi hevgirtina gelên Bakurê Sûriyeyê misoger dibe.

Artêşa Tirk a dagirker hemû cûreyên çekên giran û balafiran li dijî gelê Efrînê bi kar tîne, komkujiyan li gel dike û hemû zagonên navneteweyî binpê dike. Artêşa dagirker sivîlan rasterast hedef digire û wan neçarî koçberiyê dike. Li hember van kiryaran civaka navneteweyî hê bêdeng e.

Ji bo serketina projeya Federaysona Demokratîk û misogerkirina azadiya gelê Sûriyê, banga me li gelê Bakurê Sûriyeyê û tevahî Sûriyeyê re heye ku bi yek destî li hember dagirkeriya Tirk rawestin. Em ê berxwedana xwe heta serketinê bidomînin. Her wiha banga me ji gelê me yê Ewrûpayê re jî heye ku zextê li ser rêxistinên navneteweyî (yên ku ji belgekirina rastiyan dixebitin) bikin, da êrîşên dagirkeriya Tirk bê rawsetandin û jiyana bi sed hezaran şêniyên Efrînê xelas bikin.

Serketin a gelê Efrînê ye."