BERXWEDANA EFRÎNÊ DI ROJA 50'Î DE YE- BLOGA ZINDÎ

Êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê 50 roj li pey xwe hişt. Hêzên dagirker bombeyan li cih û warê sivîlan dibarînin. Li gelek herêman şerekî dijwar diqewime. Bi rêya bloga me ya zindî hûn dikarin rewşa dawî bişopînin.

23:40

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, taxên derdorî Efrînê yên ku bi deh hezaran welatiyên sivîl lê dijîn bomberdûman dike.

 

23:06

Hevserokê TEV-DEM’ê Abdullah: Dibe ku li Efrînê qetlîamên pir mezin bên kirin, divê ji bo wê her kesê li cihê lê rabe ser lingan û çalakiyan xurt bike.

 

23:05

KCDK-E ji bo gelê Kurd û mirovahiyê ‘BANGA LEZGÎN’ kir

KCDK-E: Divê gelê me û dostên em yên li Ewropa dijîn, di vê qonaxa kirîtîk de dakevin qadan, nerazîbûnên xwe yên demokratîk bidin nîşandan, raya giştî ya Ewropa têxe tevgerê.

 

17:41

QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawîn a Berxwedana Serdemê eşkere kir

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya QSD‘ê bi daxuyaniyekê encama operasyonên leşkerî yên 24 saetên dawî yên li Efrînê eşkere kir.

 

17:33

YPG’ê li gundê Xalta li dagirkeran xist: 18 leşker hatin kuştin

Di roja 50’an a êrîşên dagirkeriya li ser Efrînê de, li gundê Xalta yê 18 leşker hatin kuştin.

 

16:09

Artêşa Tirk a dagirker gundê Cumke ya girêdayî Efrînê bi obusan bombe dike. Li aliyê din gundê Tilifê yê Cindirêsê tê bomberdûmankirin.

15:11

 Li gundê Xalta yê Efrînê di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk a dagirker de şerekî giran heye.

13:26

Şandeya Başûrê Kurdistanê ya ji bo berxwedana Efrînê ketibû rê, gihişt Efrînê

Di nav şandeyê de, ku ji 25 kesan pêk tê, ji  alimên Zerdeştî, Misilman, Xiristiyan, aktîvîstên Kakayî, Hewramî, Pêşmergeyên Dêrîn û siyasî hene, her wiha Partiya Komunîst, Tevgera Azadî, YNK, Tevgera Goran û KNK’ê jî di heyetê de cihê xwe digirin.

12:58

Artêşa Tirk a dagirker navenda Efrînê bomberdûman dike. Bi sed hezaran gel li navçeyê ye, navçe ji aliyekî bi balefiran û ji aliyê din ve jî bi tank û topan tê bomberdûmankirin.

12:06

Li Efrînê, ji ber bombeyan zarok ji ber jinên ducanî diçin

 

12:05

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, li gundê Kanî Gewirkê, Kefer Zitê û Qurbê yên navçeya Cindirêsê, li eniya Şera li Kefer Romê, Qurtquraqê û li eniya Bilbilê jî li gundên Barkaşê,Qaşa, Bikê û Qota şerekî dijwar diqewime.

Têkildarî encamên şerê di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk a dagirker de ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Artêşa Tirk a dagirker şevê din û vê sibê li dijî navenda bajarê Efrînê êrîşa hewayî pêk anîbû.

11:20

Ev keta roja 50’î ku artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser Efrînê didomîne. Li gelek cih û gundan şer heye û balafirên şer ên Tirk êrîşên hewayî dikin.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin li gundên Gewirkê û Qurbê yên Cindirêsê di navbeyna şervanên YPG-YPJ’ê û hêzên dagirker de şerekî giran heye.

Artêşa Tirk a dagirker ji şevê dî ve bênavber navenda bajar a Efrînê bombe dike.

11:20