Li ser malpera Qesra Spî ji bo Efrînê kampanyaya îmzeyan dest pê kir
Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li ser malpera Qesra Spî kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin.
Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li ser malpera Qesra Spî kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin.
Di êrîşên li ser Efrînê de ji bo parastina sîvîlan li ser malpera Qesra Spî kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin.
Di daxuyaniya kampanyaya îmzeyan de ev tişt tê diyarkirin:
“Em bang li Kongreya DYA’yê dikin ku bila sîvîlên li Efrînê ji êrîşên Tirkiyeyê biparêzin. Leşkerên Tirkiyeyê di çarçoveya operasyona Çiqlê Zeytûnê de sîvîlên li Efrînê, binesaziya bajêr û qadên sîvîl dike hedef. Heta niha ji 200’î zêdetir sîvîl ji ber êrîşên dagirker hatine qetilkirin û nêzî 5000 hezar kesan jî koç kirine.”
Di çarçoveya kampanyayê de ev daxwaz hate kirin:
“1) Divê çalakiyên leşkerên Tirkiyeyê ên li Efrînê werin şermezarkirin
2)Heta ku êrîşên li ser sîvîlan were sekinandin divê firotina çekan a ji Tirkiyeyê re were sekinandin.
3) Ji bo parastina sîvîlan divê Efrîn ‘Qada ku ji firînê re qedexe ye’ were îlankirin.
Kampanya li ser vê navnîşanê ye: https://petitions.whitehouse.gov/petition/civilian-casualties-increasing-afrin-northern-syria-rojava
Ji bo tevlêbûna kampanyayê, piştî ku malpera bi îngîlîzî vebû divê nav, paşnav û e-mail were nivîsandin pê li ‘Sign Now’ ango ‘Îmze bike’ were kirin.
Piştî vêya divê îmzevan têkeve maîla xwe û pê li lînka ‘Confirm your signature by clicking here’ ango ‘Pê li vê derê bike û îmzeya erê bike’ bike.
Heke sed hezar îmze werin komkirin ew ê kampanya têkeve rojeva Kongreya DYA’yê.