QSD: 95 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya roja 51’ê ya ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di 24 seatên dawî de 95 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê eşkere kir.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye;

“Tevî ku Konseya Ewlekariyê ya navneteweyî biryara hejmar 2401 a rawestandina şerê li Sûriyê da, dewleta Tirk êrîşên li dijî herêma Efrînê didomîne û biryara rawestandina şer binpê dike. Dewleta dagirker bi hemû cûreyên çekan û balafiran li ser  gelê me siyaseta qirkirinê dide meşandin. Li hember van êrîşan em neçar in di çarçoveya mafê xweparastinê de, bersiva êrîşan bidin.

EFRÎN

Ji duh ve li derdora gundê Xalta şerekî dijwar di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên  wê de diqewime. Di şerê ku heta niha li derdora gund didome de wesayîteke doçka barkirî hate rûxandin û 37 çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin.  Her wiha dagirkeriya Tirk derdora gund bombebaran û topbaran dike.

CINDIRÊSÊ

Ji duh ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi balafir û çekên giran êrîşî gundên Keferdela, Feqîra û Qoçîma yên navçeya Cindirêsê dike.

BILBILÊ

Ji şeva din ta van kêliyan di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şer giran e. Her wiha navenda navçeya Bilbilê tê bombebaran û topbarankirin. Heta niha zêdetirî 250 top li navenda navçeyê ketiye. Di şerê ku heta niha dewam dike de, 27 çete hatin kuştin.

Li aliyê gundên Qestel Xidriye, Çoleqa û Xedra şerê giran ji duh ve di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de rû didin. Di şerê ku heta niha dewam dikin de, 17 leşker û çete hatin kuştin.

MABETA

Li gundê Birmîce jî şerekî dijwar heye û heta niha didome. Di encama şerê ku heta niha didome de 14 hêzên dagirker hatin kuştin. Li aliyê din gund tê bombebaran û topbaran kirin."