Li Kobanê, Qamişlo û Ranyayê bi hezaran kes ji bo Efrînê dimeşin

Li herêma Cizîrê bi hezaran kes ber bi Efrînê ve bi rê ketin. Li Kobanê û bajarên Ranya û Helebçeyê yên Başûrê Kurdistanê gel daket qadan.

Bi banga serhildanê ya TEV-DEM'ê re bi hezaran welatiyên Kobanê û heyeta Başûrê Kurdistanê daketin qadan.

Çalakgerên li Efrînê alên YPG/YPJ, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û guliyê zeytûnê hildan.

Girseya gel berxwedana QSD'ê silav kir û êrîşên artêşa Tirk a dagirker şermezar kir.

Li herêma Cizîrê jî bi hezaran kes li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser Efrînê daketin qadan. Konvoyên ji Qamişlo û Hesekê bi rê ketin, ji bo xwe bigihînin Efrînê li navçeya Til Temirê gihîştin hev. Welatiya bi navê Fatîme Qasim a ji Hesekê diyar kir ku ji bo piştevaniya gelê Efrînê ew diçin Efrînê û got, "Efrîn wê teqez bi ser bikeve."

Şêniyên Helebçeyê jî bi pêşengiya Tevgera Azadî, ji bo destekê bidin Efrînê û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk şermezar bikin daketin qadan.

Di çalakiyê de bang li hemû partî û gelên Kurdistanê hate kirin ku destekê bidin Efrînê. Çalakgeran gotin "Eger Efrîn bikeve wê temamiya Kurdistanê bikeve."

Li navçeya Ranya ya Silêmanî jî, çalakiyeke protestoyî hate lidarxistin û ji şêniyên bajêr hate xwestin ku tevlî çalakiyên ji bo Efrînê bibin. Şêniyên Ranyayê Neteweyên Yekbûyî jî şermezar kirin ji ber ku li pêşberî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk bêdeng e.