‘Li dijî gefa qirkirinê di vê her kes biherike kolanan’

Hevseroka Meclîsa Damezrêner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriye Hediye Yusif û Hevseroka MSD’ê Îlhan Ehmed, li dijî qetlîameke ya ku dewleta Tirk di her kêliyê de pêk bîne bang li her kesê kir ku rabe ser lingan.

Hevseroka Meclîsa Damezrêner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriye Hediye Yusif û Hevseroka Meclîsa Sûriye ya Demokratîk (MSD) Îlhan Ehmed, ji bo qetlîam pêk neyên banga çalakiyên lezgîn kirin.

EHMED: DIVÊ HER KES BI RUHÊ SEFERBERIYÊ RABE SER LINGAN

Îlhan Ehmed a li ser navê MSD’ê bang kir wiha got: “Em bang li Kurdistaniyan, gelê Sûriyê û hemû hêzên demokratîk ên cîhanê dikin ku biherikin qadan, êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar bikin da rê li pêşiya projeya parçekirina Sûriyê bê girtin. Ji bo parastina bi milyonan gelê Efrînê ji kuştina li ser destê dagirkeriya Tirk, divê gel û tevahî kesên bi rûmet li tevahî cîhanê rabin serhildanê û li pêşiya sazî, sefaretxane, deste û saziyên navneteweyî çalakiyan lidar bixin. Em di pêvajoyeke kirîtîk de ne. Divê her kes bi ruhekî seferber tev bigere. Gelê Efrînê tevî hemû rewşên dijwar li ber xwe dide.”

YUSIF: DIVÊ HER KES DAKEVE KOLANAN

Hediye Yûsiv jî li ser rûpela xwe ya twitterê ev bang kir: ʺŞerê li Efrînê her ku diçe girantir dibe. Ji ber vê divê tevahî gel li her derên cîhanê darkevin kolanan û li pêşiya saziyan navneteweyî yên ku li ser dewleta Tirk bi biryar in, her wiha li pêşiya Sefaretxaneyên Tirkî û Rûsî çalakiyan lidar bixin.ʺ