Li Wanê dawet girêdayî destûra cendirmeyan kirin

Li navçeya Mîks a Wanê, Qeymeqamtiyê nivîs ji keyayan re şandin û xwest ku beriya her daweta ku were kirin, berî du rojan divê ew bên agahdarkirin.

DAWET GIRÊDAYÎ DESTÛRAN HATE KIRIN

Qeymeqamtiya Mîks a Wanê êrîşên li ser çanda Kurdî veguhezt asteke din. Qeymeqamtiyê ji keyayên taxê re peyam şand û ragihand ku li navçeyê du roj beriya dawetê divê xwediyê dawetê daxwazname bide Qeymeqam û cendirmeyan. Her wiha hat diyarkirin ku eger di dawetan de “li gorî xisûsên heyî” tevbigerin, wê destûr ji xwediyê dawetê re bê dayîn.

Bi fermana Qeymeqamtiyê, li navçeya Mîksê êdî dawet wê di çarçoveya ku dewletê diyar kirî de, bên kirin.