Hunermendên Kurd: Govend cewhera Kurdan e, em ê dest jê bernedin

Hunermendên Kurd Aysel Borak û Atîlla Cûdî li ber êrişên li ser govend û muzîka Kurdî rabûn û gotin, "Em ê bi govend û kilamên xwe her tim li qadan bin."

PROTESTOYÊN GOVENDÊ

Hunermendên Kurd Atîlla Cûdî û Aysel Borak êrişên li ser çand û muzîka Kurdî ji ANF'ê re nirxandin.

'AMADEKARIYÊ JI TAYÎNKIRINA QEYÛM RE DIKIN'

Hunermend Aysel Borak anî ziman ku êrişên li ser Kurdan ne ya destpêkê ne jî ya dawî ye û got, "Salên dûr û dirêj e dem bi dem bi tundî carna jî bi rengekî kêm êriş têne kirin. Stranên ku heta salên 1990'î me bi tirs lê guhdarî dikirin, piştre bi hin gavên siyasî re heta astekê serbest bûn. Ji ber ku sîstema dadgeriyê kete destê MHP û Ergenekonê, salên berê hatin ferzkirin. Ev yek pêvajoyeke û ji bo krîza aboriyê, kêmaniya mûçeyan a li Tirkiyeyê binixumînin, her wiha bala mirovan bikişînin ser qadeke cuda êrişî çand, ziman, huner û destketiyên Kurdan dikin. Yanî mirovên rastgir û neteweperest jî bi operasyonên bi vî rengî têne bêdengkirin. Ya ku beriya niha li Kayseriyê xwestin bînin serê penaberên Sûriyeyî û ya ku niha li Kurdan tê kirin heta astekê mîna hev in. Hewl didin rehekî bitepisînin, rehê din jî binepixînin. Kurd ne ew civak e ku serî li ber vê zilmê bitewîne û dest ji têkoşînê berde. Ji bo serhildanên hîn mezintir nebe hewl didin zextê bikin. Bi dîtina min, amadekariyê dikin ku qeyûman li ser şaredariyan dînin. Ji bo li Kurdistanê şaredarî karên çandinî nekin, mîna berê gel xwe nêzî şaredariyan neke û bitepisîne, dixwazin pêşî li vê yekê bigirin. Gelê me wê bi îradeya xwe van polîtîkayan têk bibe."

'NIKARIN ME JI GOVENDA ME DÛR BIXÎNIN'

Hunermendê Kurd Atîlla Cûdî jî destnîşan kir ku qedexekirina govendê û stranên Kurdî hewldaneke provokatîf e û got, "Ev yek jî nîşan dide bê AKP çiqasî lawaz bûye û li ber tinebûnê ye. Bi qedexekirina çand, govend û stranên Kurdî hewl dide kaoseke nû biafirîne û çepereke nû bi dest bixe. Kurd gelê herî qedîm ê Mezopotamyayê ne. Çawa ku di serhildana Kawa de Dehaq têk birin û govend gerandin, di tevahiya dîrokê de Kurdan di her bûyereke baş, serketinê û dawetê de govend gerandin. Piştî damezrandina komarê çawa ku Ataturk Kurdî, govend qedexe kir, îro jî AKP vê yekê dike. Lê belê ev qedexe provokasyon e. AKP ku serketina Kurdan a dema dawî, encamên hilbijartinê nikare qebûl bike, li pey lêgerîna peydakirina bahaneyan a ji bo tayînkirina qeyûm e. Em bi desthilatdariyeke welê re rû bi rû ne ku timî hewl dide bi rêya kaos û rageşiyê hebûna xwe dewam bike. Divê Kurd di vê mijarê de helwesteke demokratîk nîşan bidin û haya xwe ji provokasyonan hebe. Kurdan ti carî dest ji ziman, govend û çanda xwe bernedan. Kurd êdî Kurdên berê nînin, Kurd êdî gelekî polîtîk e. Gelê Kurd ku DAÎŞ têk bir, wê AKP'ê jî di dema herî kurt de têk bibe."